Ciwanan li Kobanê Konferans lidar xist

KOBANÊ – Rêxistina Yekîtiya Ciwanên Rojava li Kobanê, bi dirûşmeya ”Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye”, konferansa duyemîn li dar xistin.

Rêxistina Yekîtiya Ciwanên Rojava, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê bi tevlêbûna 300 delegeyên ku ji Kobanê, Girê Spî, Sirîn û Minbicê kom konferans pêk anî. Endamên saziyên civaka sivîl, Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan û endamên desteyên Rêveberiya Xweser ên Kobanê, tevlî konferasnê bûn. Eywana konferansê bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên kesên di têkoşîna azadiya Rojava de jiyana xwe ji dest dan, ala YCR û Yekîtiya Jinên Ciwan û pankêrta "Bi ruhê jina ciwan, em ê dagirkeriyê parçe bikin û Rêber APO azad bikin” daliqandin.

Konferans bi bîran hemû cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, ji bo rêvebirina konferansê 5 kes ji bo dîwanê hatin hilbijartin. Piştre, ji Rêveberên YCR`ê Hogir Kobanê axivî û lidarxistina konferansê li beşdaran pîroz kir. Kobanê sedema lidarxistina konferansê di 14`ê Tîrmehê de wiha vegot:”Di destpêkê em hemû şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr tînin. Îro em bi ruhê 14`ê Tîrmehê li konferansê lidar dixin, ji ber vê yekê me ev roj hilbijart ku konferasn werê lidarxistin." Hogir Kobanê soza şopandina rêya şehîdên 14`ê Tîrmehê û hemû cangoriyên azadiyê, da.

Piştî axaftinê, nameyên pîrozbahiya ji bo konferansê ku ji aliyê SYPG, Kongreya Star, Rêxistina Sara, Meclîsa Malbatên Şehîdan û TEV-DEM`ê ku hatibûn şandin, ji aliyê endamê dîwanê Elî Mihemed ve hate xwendin. Konferans bi nirxandinên Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan derbarê rola ciwanan di civakê de ku ji aliyê Endamê KPC-Demokratîk Ednan Elî ve tê xwendin, didome.