Baydemîr: Em beşdarî şahiya 15'ê Tîrmehê nabin

ENQERE – Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, diyar kir ku AKP'ê darbe ji bo xwe kiri lituf û wiha got: "Ji bo şahiya 15'ê Tîrmehê berê em dawet nekirin. Piştre dawetiye şandin cihekî şaş. Yuksekdag û Demirtaş hê girtî ne. Diviya bû dawetiya ji wan re şandibûna. Ji ber vê yekê em tev li şahiyê nabin."

Berdevkê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Osman Baydemir, têkildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî civîna çapemeniyê pêk anî. Baydemir, bal kişand ser rûniştina doza Pirsûsê û cezakirina parlamentera HDP'ê Çaglar Demirel rawestiya.

Baydemir, anî ziman ku geşedanen piştî 7'ê Hezîranê darbe ji aliyê Erdogan ve hatiye destpêkirin û wiha got: "Ji bo mekanika darbeyê têkeve meriyetê li Pirsûsê komkujî kirin. Raste 15'ê tîrmehê hewldanek e. Gelek mirovan jiyana xwe ji dest da. Em ji hemû mirovên ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê û maseya muzakereyan a hikûmetê xera kir jiyana xwe ji dest dan tevan sersaxi dixwazin. Têkoşîn deynê me ye.
Dikarîbûn rê li pêş vê hewldanê bigirin. Lê ji bo vê hewldanê asteng nekin gotin "Lutfa xwedê ye" û kirin firsend ji bo xwe. Bi vê yekê OHAL îlan kirin û KHK îlan kirin. Di 4'ê Mijdare de darbeya duyemîn xistin meriyetê. Heserokên me û wekîlên me hatin girtin. Li dijî siyaseta legel a muxalif darbeya siyasî pêk hat. Niha hiqûq ser û bin bûye. Rakirina destnedayina wekîlan, darbeya li dijî vîna gel e."

FEZLEKE TUNE CEZA DIXWAZIN

Baydemîr, anî ziman ku fezlekeyên der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş de heta 20'ê Gulana 2016’an neçû meclîsê û wiha got: "Demîrtaş bêyî fezleke tê darizandin. Hevserokên partiya me ji ber sucdariya bê fezleke tê darizandin. Li dijî hemû tiştî dijminantiyek tê meşandin. Erdogan ne tenê ji bo hevserokê Giştî yê HDP'ê û wekîlan, ji bo ji sedî 50'yê civakê dibêje ‘terorist e'. Lê em dibêjin pêşeroja vî welatî teqez dê ronî be. Serokê AKP'ê ji bo Ahmet Turk dibêje 'Ka nexweş bû' . Pir zelal Ahmet Turk bi ‘terorizm’ê sucdar dike. Em bang li 80 milyon gelê Tirkiye dikin û dibêjin 'Îro demorasî di doşeka nexweş de ye' Divê me li demokrasiyê xwedî derkevin. Cezayê ku îro li Çağlar Demirel hat birîn bi fermanê hatiye birîn. HDP heta niha li dijî zilmê serî netewandiye û dê ji niha û şûnde jî serî netewîne.

DAWETIYE ŞANDIN CIHÊ ŞAŞ

Baydemîr, anî ziman ku dawetiya şandine cihê şaş û wiha got: "Ji bo şahiya 15'ê Tîrmehê berê em dawet nekirin. Piştre dawetiye şandin cihekî şaş. Yuksekdag û Demirtaş hê girtî ne. Diviya bû dawetiya ji wan re şandibûna. Ji ber vê yekê em tev li şahiyê nabin."