24 girtiyên siyasî hatin sewqkirin

TEKÎRDAG - Ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Tekîrdagê 24 girtiyên siyasî sewq kirin Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hatin kirin.

Ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Tekîrdagê 24 girtiyên siyasî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hatin kirin. Li gorî agahiyên ji malbatên girtiyan hatine girtin, di 14’ê Mijdarê de girtiyên hatine sirgûnkirin,destdanîne ser cil û nameyên girtiyan, girtina pirtûkan û agahiyan tê astengkirin.

Hat diyarkirin ku girtiyên ku piraniya wan cezayê muhabetê girtine di hucreyên yek kesî de tên girtin.

Navê 24 girtiyên hatine sewqkirin wiha ne: Hakan Zeydan, A. Hamît Tekdemîr, Yasîn Arman, Savaş Karaman, Mehmet Akar, Ekrem Coşkun, Ramazan Ozlu, Engîn Polat, Veysî Bîçer, A. Hadî Nergîz, Yilmaz Îlbasan, Mehmet Basçi, Mehmet Saruhan, M. Şîrîn Ebay, Bedrettîn Metîn, Îdrîs Yakut, Alî Benek, Abdullah Babat, Vedat Tanriverdî, M. Siddik Gul, A. Mecît Er, A. Kadîr Behçet, Denîz Kurtay û A. Îlhan Bayar.