Navê Parka Ormanê jî guhertin

AMED – Li ser fermana qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê navê Parka Ormanê hat guhertin û navê “15 Temmuz Şehîtler Parkı” li parkê hat kirin.

Roj bi roj qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin navên ku ji dema şaredariyên DBP’ê manej ê dibin û navên li gorî xwe lê dikin. Vê carê jî qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ferman da û navê Parka Ormanê ya li navçeya Peyasê da guhertin. Navê “15 Temmuz Şehitleri Parkı” li parkê hat kirin û tabela hat daliqandin.

Beriya niha jî qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tabeleya Şaredariyê Bajarê Mezin a Amedê guhertibû û bi tevlî ala Tirk ve tabela daliqandibû. Her wiha heman qeyûm 2 peykerên Lamassus dabû rakirin.

Her dawî jî duh qeyûmê Şaredariya Peyasê tabeleya Navenda Ciwanan a Çand û Hunerê ya Cegerxwîn daxistibû û xwestibû navê Cegerxwîn biguherîne. Lê li ser bertekek mezin a civakê tabela navê Cegerxwîn carek din hat daliqandin.