ENQERE - Li gorî bersiva ku Serokê Meclisê daye Wekîla HDP'ê Meral Daniş Beştaş, di serdema qanûna 26'emîn de, ji 16 hezar 813 pêşnûmepirsan, hezar 421 ji wan bi hincetên wekî 'bêteşe û cirnexweş in' hatine redkirin.
Wekîla Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş ji bo hincetên wekî "Bêteşe û cirnexweş" bibersivîne, pêşnûmepirsek da Serokê Meclisê, Serokê Meclisê bersiv da pêşbûmepirsa Beştaş. Li gorî besiva hatiye dayîn, ji 1'ê Mijdara 2015'an pê ve, di serdema 26'emîn de, bi giştî 16 hezar 813 pêşnûmepirs hatine dayîn, ji van hezar 421 hatine betalkirin.
Pêşnûmepirsên ku paşve hatine şandin nîvekê wan, yanî 746 ji wan ên wekîlên HDP'ê ne. Yên CHP'ê 593, yên MHP'ê 66, yên wekîlên serbixwe jî 16 hatine îadekirin. AKP'ya ku qet pêşnûmepirs nedane, wekî sifir derbas bû.
Di serdema 26'an de pêşnûmepirsên lêkolînê yên ji hêla Koma HDP'ê ve hatine dayîn, 100 ji wan hatine îadekirin.
Piştî agahiyên der barê îadekirina îstatîstîkan de gihişt ber destê Beştaş, wê jî der barê mijarê de agahî da û aşkera kir ku Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman bi hincetên wekî "Bêteşe û gotinên ku aciz dike û cirnexweş hene?", "Ji cihê gotinên wekî îşkence û tecrîdê hûn dixazin çi pêşniyar bikin?" ev pêşnûme pirs îade kirine.