Rojnamegerên Jin: Emê mexdûr biparêzin, faîl teşîr bikin

AMED - Rojnamegerên Jin, ji ber ku Gazete Şûjin êrîşên zayendî û îstîsmarê teşîr dike dibe hedef, piştgiriya xwe anîn ziman. Rojnamegerên Jin, diyar kirin ku êrîşên li dijî "Şûjin’ ji aliyê mêr ve tên arastekirin û wiha got: "Em dê ji rêgeza 'Mexdûran biparêzin û faîl teşîr bikin' tawîzan nedin. Em dê zimanê xwe bikin şûjin û nûçeyên xwe berdewam bikin."

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya, têkildari tundî û gefên li dijî Gazete Şûjin û rojnamegerên jin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser banfa Platformê gelek rojnamegerên jin amade bûn. Endama Platformê Ayşe Guney li ser navê platformê daxuyanî da û wiha got: “Gazete Şûjin bi silogna 'Bi nêta şûjina zimanê medya' dest bi weşanê kir. Di demek kurd de îmze avêt bin gelek nûceyên serkeftî. Gelek nuçeyên bi zimanê medya serdest hatiye nivîsandin û tundiyê bi hincet dike mafê mexdûr binpê dike, faîl mafdar dike, serobin dike û ji nûve rast dinivîse. Bi çavê jinê rojnamegeriyê digire dest.

BÛ DENGÊ JINAN

Guney, anî ziman ku Şujin sînorê 'Jina Makbul' ku dewletê ji bo jinan daniye pêşiya medya nas nake û dibe dengê gelek jinên rastî tundî û êrîşên zayendi hatine û wiha got: “Ev dengê jinê feraseta mêrê serdest bêzar dike. Ji ber vê yekê xebatkarên Gazete Şûjin di demên dawî de rastî gefan tên. Hersa mêr a xwe bi rêxistin dike li dijî rojnamegerên jin zêde dibe. Em jin û rojnamegerên jin vê hêrsê ji nêzîk ve nas dikin. Ev hêrsa mêr ya li Pozanti îstîsmara zarokan kirin, jina Sûriyeyî ya tevî zaroka wê qetil kirin û di zindanan de li dijî jinên girtî îşkence pêş dixin bi xwe ye.

Em ji vî karê xwe wekî rêgezek sincî qet tawîz nadin. Em nikarn vê tundiyê ji nedîtinê jî bên. Hemû nûçeyên hatine çêkirin yek bi yek ji aliyê me ve hatiye îspatkirin û tên weşandin. Wekî wan 2 nûçeyên dawî yên bûyera îstîsmarê jî bi îspat in."

XIZMÊN FAÎLAN GAFAN LI XEBATKARÊN GAZETE ŞÛJIN DIXWIN

Guney, destnîşan kir ku di demên dawî de xizmên faîlan, ji xebatkarên Gazete Şûjin dixwazin ku nûçeyên çêdikin paşve bikişînin û gefan li wan dixwin. Guney, wiha got: "Dîsa ji bo nûçeyan paşve bikişînin tacîz dikin. Kesên gefan dixwin bi xwe rastiya sûc tînin ziman û dixwazin rojnamegeriya jin bêdeng bikin. Bi vê yekê dibin şirîkê suc. Em ji xebatkarên Gazete Şûjin bi fikar in. Niha li dijî Şûjin tundiya mêr heye. Ger ku tiştek bi serê hevalek me de bê, berpirsiyarê wê ew kesên ku li diji rojnameya me ferasetê bi rêxistin dike ye. Ev kes hêza xwe ji hişmendiya mêr û dewletê digirin." Lê em li dijî vê ferasetê û gefan tawîzan nadin. Em hêza xwe ji rojnamegeriya Gurbetelli Ersoz, Virginia Woolf, Ayfer Serçe, Deniz Firat digirin. "Em bêyî ku bifikirin Gelo dê mêr çi bêjin' dinivîsin. Em hêza xwe ji jinê digirin. Em bêyî ji rêgeza 'Mexdûr biparêze û faîl teşîr bike' tawîz bidin dinivisin."

EM TÊ TEŞIRKIRINÊ BIDOMÎNIN

Piştî Guney Edîtora Gazete Şûjin Mekiye Gorenç jî anî ziman ku li welat bûyerên îstîsmara zayendî zêde bûne û medya serdest ji îstîsmarê û tundiyê re hincetan dibîne û wiha go t: "Em wekî Gazete Şujin îstîsmarê û îstismarkaran teşîr dikin. Em dê teşîrkirinê bidomînin. Ji ber em teşîr dikin em rastî gefan tên. Lê em dê faîlên îstîsmar û tundiyê teşîr bikin û teşîrkirinê bidomînin. "