Dadger ceza li Parlamenter Abdullah Zeydan jî birî

AMED – Rûniştina doza Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan yê girtiye hat dîtin. Heyeta dadgehê bi îdîaya “Alîkariya rêxistinê kiriye” û “Propagandaya rêxistinê kiriye” 8 sal, mehek û 15 6roj ceza birî û biryara berdewama girtina da.

Parlamanterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan di operasyona 4’ê mijdara 2016’an de bi parlamenterên din ên HDP’ê re hatibû girtin. Ji ber 4 sûcên cuda ji Zeydan re nêzî 20 ceza dihat xwestin. Rûniştina biryarê ya doza Zeydan ku jê girtiye li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Zeydan ê ku li gel Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bi SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê nebû. Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Sîbel Yîgîtalp, Ziya Pîr, Îmam Taşçier û rêveberên HDP’ê doz şopandin.

Dozê ewil bi axaftina dozger dest pê kir. Dozger mutalaya berê dabû carek din red kir û xwest Zeydan ji bê cezakirin.

Pişt re parêzerên Zeydan parastinê kirin û daxwaza tahliyeya muwekîlên xwe kirin. Heyeta Dadgehê hemû daxwazên parêzeran red kir û ceza li Zeydan barand. Piştî navbera dozê heyeta dadgehê ji sûcên “Pesindayîna sûc û sûcdar” û “Muhalefeta li dijî qanûna 2911’an” berat kir û bi îdaya “Alîkariya rêxistinê kiriye” 5 sal û “Bi rêya çapemeniyê prpopaganda rêxistinê kiriye” jî 3 sal mehek û 15 roj ceza birî. Zeydan bi giştî 8 sal, mehek û 15 roj hat cezakirin. Heyeta dadgeha biryara berdewama girtina Zeydan jî da.