Polîsan li Yukselê 2 kes binçav kirin

ENQERE – Polîsan carek din mudaxeleyî çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” kir û 2 kes binçav kirin.

Çalakiyên piştgiriya ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ên 128 roje di greva birçîbûnê de ne û li Girtîgeha Sîncanê tên girtin dewam dikin. Her roj çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” li Kolana Yuksela Enqereyê berdewam dike. Kedkarên xwestin li ber Abîdeya Mafê Mirovan daxuyanî li dar bixin û piştgirî bidin Gulmen û Ozakça rastî êrîşa polîsan hatin.

Polîsan mudaxeleyî çalakvanan kir û 2 kes binçav kirin.