STENBOL - Jina li Girtîgeha Xerpêtê girtî Helin Yapici name şand û diyar kir ku ji ber kamera di kawîşên wan de bi cih kirine li kawîşên xwe jî tên şopandin.
Jina li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê girti Helin Yapici, têkildarî zextên li ser girtiyan tê meşandin name şand. Yapici, anî ziman ku bi kamerayên li kawîşan girtîyan temaşe dikin û wiha got: "Kamera li odeyên me bi cih kirine û li me temaşe dikin. Ev bi serê xwe tundiya herî mezin û işkence ye. Rûmeta me dişkînin. Rêveberiya girtîgehê diyar dikin ku bi hinceta "Ewlehiyê" bi cih kirine. Lê hemû girtîgeh girêdayî heman Wezareta Dadê ne. Mînak li Girtîgeha Tima F a Sincan, Girtîgeha tîpa D a Amedê, Girtîgeha tîpa M a Bayburtê kamera tune. Lê li girtîgeha me karema di odeyan de heye. Ev binpêkirina mafan e. Ev sûc e. Em êdî nikarin pêdiviyên xwe yên taybet pêk bînin. Li girtîgehê hêjmara girtiyan zêde ye. hêjmara nexwexweşan zêde ye. Girtiyên li erdê radizên hene. Ji bo kamera bê rakirin me bi dehan caran daxwazname da. Lê bersîv nedan me. Ji ber vê yekê me ser kamerayê girt û me şikand. Piştre du hevalên me ji odeyê derxistin û birin li odeya bi sunger îşkence pê kirin. Gartiyan gef li me xwarin û neheqî li me kirin. 12 saetan xwarin û nav nedan hevalên me. Gotinên qirêj li me kirin û neheqî li me kirin.
Hevalên me yên kamera dişkîne ceza li wan dibire û bi pereyên ku malbat ji mere dişîne dîsa kamera distînin. Me li dijî van pêkanînên suc serlêdana suc kir."
Rayedarên girtîgehê jî têkildarî mijarê agahî nedan.