Çalakiya Tahîr Elçî:Hewldan têra ronîkirinê nake

AMED – Rêveber û endamên Baroya Amedê, vê hefteyê jî li ber Edliya Amedê ji bo Tahîr Elçî kom bûn û gotin "Her çiqas hin hewldan çêbûn jî lê heta niha bûyer nehatiye ronîkirin."

Rêveber û endamên Baroya Amedê vê hefteyê jî li ber Edliya Amedê kom bûn û ji bo qetilkirina Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî edalet xwestin. Parezeran xwest dosyeya Elçî bi bandor bê birêvebirin. Parêzer bi cubeyên xwe tevlî bûn û bi tirkî û kurdî pankarta “Em te jibîr nakin” vekirin. Di çalakiyê de Rêveberê Baroya Amedê Mahsum Batil axivî û ev tişt got: “Hêj kiryarên rêzdar Elçî nehatine girtin. Li ser daxwazên me hin rapor hatin dîtin. Ev daxwaz ji aliyê dozgeriyê ve hatin qebûlkirin. Belê hin daxwazên me hatin qebûlkirin, lê belê ji bo ronîkirina dosyeyê ne bes e. Hin raporên tevlî dosyeyê hatine kirin, dê rojên pêş me de bi çapemeniyê re bên parvekirin. Heta kiryarên Elçî bên girtin û cezakirin dê têkoşîna me jî berdewam bike.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.