ÊLIH – Mizgîn Ay a 17 salî ku ji Êlihê ye di Şampiyona Atlêtîzma Stêrkên Cîhanê de bû yekemîn.
Yekîtiya Federasyonên Atlêtîzmê ya Navnetewî (IAAF) li paytexta Kenya Naîrobî şampiyona atlêtîzmê li darxist. Di pêşbaziyê de Mizgîn Ay a 17 salî ku ji Êlihê ye bi pileya 11.62’an di pêşbaziyê de bû yekemîn. Mizgîn Ay madalya bi dest xist û bû şampiyona cîhanê.
HEM ATLÊTÎZM Û HEM JÎ KARKER
Hat zanîn ku Mizgîn Ay li gel malbata xwe beriya 13 salan wek karkerên demsalî ji Êlihê koçî navçeya Beypazari ya Enqereyê bûye. 7 xwişk û birayên Ay hene. Ay hem diçe dersên xwe atlêtîzmê û dibistanê û hem jî bi malbata xwe re li zeviyan wek karkerên demsalî dixebite.