Ji ber nameya kurdî îşkence li girtî kirin

ŞIRNEX - Mesut Gokhan ê li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê dimîne, bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku ji ber nameya kurdî gardiyanan îşkence li wî kirine.

Girtiyê bi navê Mesut Gokhan ê li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê dimîne, bi malbata xwe ya li Şirnexê re axivî û der barê binpêkirinên li girtîgehê de agahî da. Gokhan aşkera kir ku ew bi awayekî dijwar hatiye derbkirin. Malbatê da zanîn ku kurê wan demek dirê je di hucreya yek kesî de tê girtin, demên borî jî ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye hatiye derbkirin. Gokhan di axaftina bi malbatê re aşkera kir ku ji ber nameya kurdî, îşkence li wî hatiye kirin, ji ber îşkenceya gardiyanan, di laşê wî de birînên dijwar derketine.

Me xwest em der barê rewşê de ji girtîgehê agahiyan bigirin, bi hinctên wekî "rayedar ne amade ne" pirsên me bê bersiv hiştin.