MÊRDÎN - Li navçeya Kerboranê komên girêdayî şaredariya navçeyê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, bi boneya salvegera hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, bi darê zorê bi esnafan alaya tirk didin daliqandin.
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê bi hinceta salvegera hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê komên girêdayî şaredariya navçeyê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, li esnafan digerin û daliqandina alaya tirk lê wan ferz dikin. Ev ferzkirin ji duh êvarî ve hatiye destpêkirin û hat hînbûn ku komên girêdayî şaredariya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, esnafên ku alayê dalnaqînin jî bi birandina cezayê pereyî tehdît dikin. Li gorî agahiyên ji esnafên navçeyê hatin wergirtin, lîsteya kargehên ala dalneqandine tê çêkirin.
Esnafan diyar kir ku li navçeyê bi awayekî zêde tevdîrên ewlehiyî hene û gelek kes bi rasthatinî tên binçavkirin.