AMED - Hevserokê Şaxa Genel Îş'ê ya Amedê Hasan Eroglû, bertek nîşanî gotinên Serokomar Erdogan ên "Niha em bi saya OHAL'ê destûra cihên ku tehdîda wan a grevî heye nadin" dan û wiha got: "Grev ne tehdîd e, ew maf e ku bi hilberîneriyê bi dest ketiye."
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan di civîna ku li Komeleya Veberhênanên Navnetewî (YASED) di çarçoveya çalakiyên 15'ê Tîrmehê de hat lidarxistin de wiha gotibû: "Niha em bi saya OHAL'ê destûra cihên ku tehdîda wan a grevî heye nadin." Qada jîngeha kedê li dijî van gotinên Serokomar Erdogan bertek nîşan da. DÎSKê daxuyand ku "Karkerên grevan ne terorîst in" û her wiha Hevserokê Şaxa Jimare 2'yan a Sendîkaya Genel Îş'ê ya Amedê Hasan Eroglû jî wiha got: "Grev ne tehdîd e, ew maf e ku bi hilberîneriyê bi dest ketiye."
Eroglû, dest nîşan kir ku li hemû cîhanê grev ne tehdîd wek mafekî tê dîtin û wiha got: "Mafê grevê di peymanên navnetewî de hatiye parastin. Grev mafê herî sereke yê karkeran e, ew maf e ku bi hilberîneriyê bi dest ketiye." Eroglû, dest nîşan kir ku beriya OHAL'ê jî AKP di gelek warên kar de grev qedexe kiribûn û ji roja ku OHAL hatiye îlankirin heta niha gelek endamên wan bi awayekî derhuqûqî ji kar hatine derxistin. Eroglû, got ku îktîdar bi vî awayî dixwaze rayeya "bêbandorkirina karkeran" bide kardêran.
KARKER WEK TEHDÎD TÊ NÎŞANDAN'
Eroglû dest nîşan kir ku di dîroka çîna karkeran a Tirkiyeyê de karker tim bi kedxwariyê re rû bi rû mane û wiha got: "Di her serdemê de karkeran îtirazî vê kiriye. Bi grevan îtiraza xwe anîne ziman. Îktîdar û sermaye bi van qanûnên ku derdixin re dixwazin karkeran bêdeng bikin."
Eroglû, diyar kir ku divê demildest dawî li OHAL'ê bê. Eroglû, anî ziman ku tu carî karker ji bo vî welatî nebûne tehdîd û wiha domand: "Karker ew derdor in ku hildiberînin. Ji ber ku hidliberîne dînamîka sereke ya civakê ne. Derdorên kar jî ji vê rejîma OHAL'ê nerazî ne. Heke li cihekî îstikrara siyasî tune be, dê îstikarara aborî jî tune be. Heke kardêr vê nerihetiya xwe bi tirsonekî bînin ziman jî, Erdogan ji bo wan bitepisîne tim karkeran wek tehdîd nîşan dide."