REQQA - Operasyona Cenga Mezin a QSD ya azadkirina Reqqayê di roja 40'emîn de didome. 2 şervanên QSD'ê yên mirin dan pêş çavê xwe û 50 sivîl ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin, birîndar bûn.
"Cenga Mezin" ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina Reqqayê dabû destpêkirin di roja 40'emîn de ye. Operasyon bi awayekî hayjixwe tê birêvebirin û li eniyên rojhilat, başûr û rojava yên bajêr didome. Şervanên QSD'ê li eniya rojhilat li Taxa Reqqaya Kevn mal bi mal DAIŞ'ê paqij dikin û sivîlan jî ber bi qadên ewle ve dişînin.
MIRIN DAN BER ÇAVÊ XWE Û SIVÎL RIZGAR KIRIN
Piraniya Taxa Reqqaya Kevn ji DAIŞ'ê hatiye safîkirin. Şervanên QSD'ê bi dehan reqqayiyên ku DAIŞ'ê ew hepsî malekê kiribûn rizgar kirin. Li herêma ku pevçûnên dijwar lê diqewimin, ji bo nerevin DAIŞ'ê agir berda avahiya ku sivîl tê de ne, lê belê 2 şervanên QSD bi şerê sing bi sing xwe gihandin avahiya ku sivîl lê bûn û ketin hundurê avahiyê. Herdu şervanên QSD'ê yên sivîl rizgar kirin, li gel birîndar bûn jî bi dehan jin û zarok ber bi qadên ewle ve veguhastin.
ENIYA WÎ MAÇ KIRIN
Ji wan şervanên birîndar bûn yek jê Botan Himo ye. 10 roj berê jî Himo birîndar bûbû. Îro jî dema sivîl rizgar dikirin gule li milê wî yê rastê ket û ewil hevalên wî yên çekdar mudaxileyî wî kirin. Her wiha sivîlên ku Himo û hevalê wî ew rizgarkirin jî di tedawiya Himo de cih girtin. Hin sivîlên ku Himo ew rizgar kirin xwe negirtin û hêstir barandin û hin jê jî eniya Himo maç kirin û xwestin moral bidinê.
2 KESAN 50 KES XELAS KIRIN
Yek ji wan sivîlên ku Himo û hevalê xwe ew rizgar kirin Mihemed Ehmed ê 47 salî ye. Ehmed dema behsa wê kêliyê kir xwe negirt û hêstir ji çavan bariyan. Ehmed li ser pirsa "Hûn çawa hatin rizgarkirin?" dest nîşan kir ku li gel DAIŞ'ê êrîş dikir jî şervan ber bi avahiya ku ew tê de asê bûn hatin û wan ji nav agir derxistine. Ehmed, ragihand ku ji bo wan rizgar bikin şervanan mirin daye ber çavê xwe. Ehmed, got ku 2 şervanan ew yeko yeko ji avahiyê derxistine û wiha axivî: "Em nêzî 50 kesî bûn. Çeteyan em hepsî vir kirin. Nedihiştin em biçin cem QSD'ê. Yên dihatin jî ji wan re digotin 'hûn diçin cem kafiran ne' û wan dikuştin. Dema pevçûn dijwar bûn, QSD ew sist kirin. Agir bi avahiya ku em tê de bûn xistin. Ev herdu şervan hatin û em xelas kirin."
DAIŞ'Ê XWEST WAN BIŞEWITÎNE
Jina bi navê Şeyma Nûr ku ji esareta DAIŞ'ê hat rizgarkirin jî, got ku çend roj in ku ew ji tirsa raneketine. Nûr, anî ziman ku mala ew tê de bûne DAIŞ'ê sotmenî pê rijandiye û agir berdayê. Nûr, anî ziman ku yên wê û zarokên wê xelas kirine 2 şervanên QSD'ê bûne. Nûr, ji bo tiştek neyê serê şervanan dua kir.
Nazim Daştan- dihaber