RIHA - Li Taxa Mûradiye ya navçeya Eyyûbiye ji ber li nav kuçeyan reraba avê tune û zarok di nav ava bermayî de dilîzin, tenduristiya zarokan di talûkeyê de ye.
Li Taxa Mûradiye ya navçeya Eyyûbiye ya Rihayê ji ber ku li nav kuçeyan seraba avê tune, zarok di nav ava bermayî de dilîzin û ji ber vê bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ne. Her çi qas niştecihên taxê pirsgirêk ragihandibin Şaredariya Eyyûbiyeyê, dîsa jî heta niha nehatiye çareserkirin. Niştecihên taxê anîn ziman ku ji ber ku li taxê û li taxên hawirdorê park tune ne, zarok ji mecbûrî li kueçyan dilîzin û xwestin ev pirsgirêk bê çareserkirin.
LI NAV KUÇEYAN AVA BERMAHIYÊ
Niştecihê Taxa Mûradiyeyê Mehmet Gaser, anî ziman ku wî wêne kişandine û ji xeta Whatsapp'ê ya Şaredariya Eyyûbiyeyê re şandiye, ragihandiye Maseya Tûrkûazê ya Şaredariyê ku giliyan qebûl dike, lê belê tu encam wernegirtiye. Gaser, got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê ew dubare li şaredariyê geriyaye û jê re gotine "Em wê derê çênakin. Mal zirarê dibînin." Gaser wiha axivî: "Heka mazgalên kuçeyên jorê hatibûnan bicihkirin dê tiştek nebûna, lê bi salane çênakin." Gaser, dest nîşan kir ku li Taxa Mûradiyeyê û taxên hawirdorê park tune ne û ji ber vê zarok li nav kuçeyan dilîzin, lê belê avên bermayiyî ji bo tenduristiya wan xetere ye.
ZAROK DI NAV GEMARÊ DE NE
Gaser, anî ziman ku ew fam nake ji bo çi şaredarî mazgalan bi cih nake û wiha got: "Pirsgirêka me çareser nakin, paşê dibêjin daxwaznameyê binivîsînin. Madem daxwazname tekane riya çareseriyê ye, nexwe evqas xetên giliyê ji bo çi hene , ji bo çi we ev xet çêkirine."
ŞAREDARÎ PIŞTRAST KIR
Der barê îdiayan de Gerînendetiya Karên Fenê ya Şaredariya Eyyûbiyeyê jî wiha got: "Ji ber ku Taxa Mûradiyeyê qada sîtê ye, bêyî destûra desteya parastinê em nikarin tiştekî bikin. Mazgal jî ne yên me ne, aîdî Îdareya Av û Qenalîzasyonan a Rihayê (ŞÛSKÎ) ne. Divê ew çêbikin."