Radyoya Çira dest bi weşanê dike

ŞENGAL - Radyoya Çira ku dibe dengê Gelê Êzîdî piştî bombebaranê ji nûve ket meriyetê û dest bi weşanê dike. Rêveberê Radyoya Çira Murad El Xaltî, diyar kir ku radyo deng û awazê gelê Êzîdî ye.

Radyoya Çira ku dengê Gelê Êzîdî bû, di 24'ê Nîsana 2017'an de li herêma Qereçox a Şengalê ji aliyê balafirên şer ên TSK'ê ve hat bombekirin û rûxandin. Di bombekirina Qereçoxê û Derikê de 20 endamên YPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Li şengalê jî Endamekî YBŞ’ê û 5 Peşmergeyan jiyana xwe ji dest dabûn. Di êrîşê de li Şengalê Çira û li Rojava jî Dengê Rojava hatibûn rûxandin û weşana wan betal bûbû. Piştî demekê Radyoya Çira dîsa radyo xistin meriyetê û dest bi weşanê kirin. Rêveberên radyo mizgînî dan gelê Êzîdî yên Şengalê.

Rêveberê Radyoya Çira Murad El Xaltî, li lutkeya Çiyayê Şengalê ku cihê radyo lê hatibû bombekirin behsa rol, misyon û girîngiya Radyoya Çira kir. Xaltî anî ziman ku aliyê teknîkî yê radyo temam bûye û dê di demek nêzîk de dest bi weşanê bikin. Xaltî, anî ziman ku radyo sewt û awaza êş, jan, şahî û çanda êzîdîyan e û wiha got: "Radyoya Çira êş û serpêhatiyên êzîdîyan bi cîhanê re parve dike. Radyo li herêmên Duhok, Zaho û Hewlerê tê guhdarkirin. Me bi 4 kesan dest bi xebatên radyo kir, niha em bi 8 kesan berdewam dikin. Em dibûn dengê çivakê. Guhdarên me hest, raman, êş û şahiyên xwe bi mere parve dikirin û dengê xwe bi riya me belav dikirin. Em girêdayî nirxên civakê bûn. Civaka êzîdî awazên xwe bi riya radyo li cîhanê belav dikir. Radyo dengê hemû civakê ye. Wekî platforma di nava civakê de ye. Li vir bi riya telefonan fikrên xwe bi hevre parve dikin. Ji Duhokê Zaxo û Hewlerê bi telefonê beşdar dibûn û fikrên xwe bi riya radyo bi civakê re parve dikin.

DADYO BÛ PIRA NAVA HESTÊ GELÊ ÊZÎDÎ

Xaltî, destnîşan kir ku Radyo Çira hem êşên gelê êzîdî, çanda gelê êzîdî û daxwazên gelê êzîdî parve kir û bû dengê wan hem jî bû pira nava gelên êzîdî û hestên wan kirin yek. Xaltî, destnişan kir ku radyo di her qadê de dibe deng û awaza gelê êzîdi û pira navbera hestê civakê.


Xaltî, anî ziman ku beriya Şengal azad bibe hat avakirin û tevî hemû astengî û zahmetiyan radyo ava kirin û wiha got: "Me di aliyê teknîkê de ji tunebûnê hebûn avakir. Em gelek caran rastî astengiyan hatin. Me di nava şertên gelek zor û zahmet de Radyo ava kir. Gelek caran PKD'ê xwest radyo asteng bike. Lê gel lê xwedî derket. Ji silêmaniyê heta Rojava alîkarî dan avakirina radyo. Radyo di hemû malên êzîdî de bû wekî çira."

EWIL PDK PIŞTRE TIRKIYE DENGÊ ME QUT KIR

Xaltî, da zanîn ku berê PDK'ê xwest dengê wan qut bike û piştre Tirkiye bi balafirên şer bombe kir û dengê wan qut kir. PDK, ji bo dengê radyoya me qut bike bi heman firenqansa me 93.8 radyoyek din vekirin. Xwestin li ser frekansekê 2 radyo weşan bikin. Li ser heman fireqansê Dengên Komelên Îslamî avakirin. Em neçar man fireqansê biguherin û li ser frekansa 101.0 weşanê bikin.

'DOSTÊ BAV Û KALAN NABİN DOSTÊN ZARAN'

Xaltî destnîşan kir ku piştî hewldana PDK'ê Tirkiye bombe kir û radyo hilweşand. Gotinek pêşiyan heye. Dibêjin 'Dostên bav û kala nabin dostên zaran' heye. Ev di êrîşa Tirkiye de xwe da nîşan. Lê PKK'ê piştgiri da gelê Êzidî û Şengal Azad kir. Piştî şengal azad kir û êrîş şikandin. Me dîsa Radyo ava kir. Em mizgîniyê didin gelê Şengalê û em diyar dikin ku em dê di demek nêzîk de dest bi weşanê bikin. Em dê xizmeta xwe berdewam bikin."