SILÊMANÎ - Komxebata Şêwra Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê dê bi sazkirina yekitiya netewî rê rêbazên wê bên nîqaşkirin, li bajarê Silêmaniyê bi tevlêbûna zêdetirê 60 nûnerên partiyên siyasî, bi sedan rewşenbîr û rûspiyên kurd dest pê kir.
Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo nîqaşkirina Şêwra Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê bi tevlêbûna partiyên siyasî, pêkhateyên civakî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspiyan destpê kir. Dê komxebata 2 rojan berdewam bike û qasî 60 nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rojnameger û rûspî jî di nav de, dê bi tevahî 350 kes beşdar komxebatê bibin.
Komxebata ku li Talarî Huner a Silêmaniyê pêk tê, bi axaftina Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade dest pê kir. Gelek rojnameger û dezgehên ragihandinê eleqeyeke mezin nîşanî komxebatê dan. Di komxebatê de dê protokol nebe, wê weke nûnertiya 4 çar parçeyên Kurdistanê, dayika çar şehîdan weke mêvanên taybet di protokolê de cih bigirin.
Di komxebatê de dê rojev tenê pêkanîna “Yekitiya Neteweyî” be. Yekitiya Nîştîmanê Kurdistan (YNK) , Tevgera Goran, Partiya Komela Îslamî, Partiya Yekgirtû ya Îslamî, Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Sê Baskên Komale ya Rojhilatê Kurdistanê, Civaka Demokratîk ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokratîk Pêşverû ya Kurdên Sûriyeyê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî dê beşdarê komxebatê bibin.
Dê komxebata 2 rojan dewam bike û dê beşdarvan 10-15 deqan dê mafê axaftinê bigirin. Li gorî agahiyên ku komîteya amadekar ya komxebatê daye, ji bo kesên ku bi navê rêxistin an jî şexs mafê axaftinê bigirin, rêzbendiya wê ne hatiye çêkirin. Wê beşdarvan, partî û kesayetên ku dixwazin axaftin bikin, daxwaza xwe ya axaftinê ji dîwana komxebatê re ragihanin û bi vî awayî bikaribin axaftina xwe pêşkêş bikin.
Bernameya komxebatê ya rojeva wê tenê “Yekitiya Neteweyî” ye wiha ye:
15’ê Tîrmeh
09.00 - 10.00: Axaftina vekirînê ya Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd
10.00: Axaftina xwediyê malê parêzgerê Silêmaniyê û diyarkirina dîwanê.
10.00 – 13.00: Axaftin û pêşniyarên partiyên siyasî, kesayet, sazî û pêkhateyên cuda yên têkildarî yekitiya neteweyî.
13.00 – 14.30: Navbera nîvro
14.30 – 18.30: Axaftin û pêşniyarên partiyên siyasî, kesayet, sazî û pêkhateyên cuda yên der barê yekitiya neteweyî de.
18.30: Axaftina girtinê
16’ê Tîrmeh
09.00 - 13.00: Axaftin û pêşniyarên partiyên siyasî, kesayet, sazî û pêkhateyên cuda yên têkildarî yekitiya neteweyî.
13.00 - 14.30: Navbera nîvro
14.00 - 16.30: Axaftin û pêşniyarên partiyên siyasî, kesayet, sazî û pêkhateyên cuda yên têkildarî yekitiya neteweyî.
16.30 - 18.30: Xwendina encamnameyê û dengdana ji bo erêkirina encamnameyê.
18.30: Ji çapemenî û raya giştî re xwendina encamnameyê.