‘Hewldana Derbeyê' li bajarên kurda talan û rûxandin anî

AMED – Piştî "Hewldana derbeyê" ya 15'ê Tîrmehê hikumetê OHAL îlan kir û bi rêya KHK'an çi qewimî, SAMER'ê tev rapor kir û aşkera kir ku piştî "Derbeyê" li herêmê rûxandin û mexdûrî derket pêş.

Navenda Lêkolîna Civakî û Siyasî (SAMER) bi raporekê bal kişand ser "Hewldana derbeya" 15'ê Tîrmehê, Biryarên di Hukmê Qanûnê (KHK) de, yên di serdema Rewşa Awarte (OHAL) de hatin derxistin. SAMER'ê da zanîn ku ji derveyê KHK'a bi hejmara 692 ya duh êvarê hatiye derxistin, 12 KHK'ên berê girt dest.

DI 20'Ê TÎRMEHÊ DE DERBEYÊ XWE LI BAJARÊN KURDAN DA NÎŞAN

SAMER'ê destnîşan kir ku piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, di 20'ê Tîrmeha 2016'an de Lijneya Wezîran li hev civiya ye, 3 mehan li ser hev û heta niha bi giştî 4 caran OHAL hatiye dirêjkirin û bandora KHK'ê ya li herêmê çî ye, lêkolîn kirine. Li gorî rapora SAMER'ê gelek binpêkirinên mafan rû dane.

Li gorî raporê KHK'ên ku hatine îlankirin, 7 ji wan girtin û îxracan esas digire û bi giştî 83 hezar 45 kes ji saziyên cemaweriyê û ji TSK'ê hatine îxrackirin, hezar 500 komeleyên hatine girtin, 175 konele dîsa hatine vekirin, hezar 325 bi fîlî hatine girtin. 5 ajansên nûçeyan, 16 TV, 24 radyo, 62 rojname, 19 kovar û 29 weşanxane bi fîlî hatine girtin, bi giştî 2 hezar 614 sazi deriyên wan hatiye kilîdkirin.

LI HERÊMÊ 14 HEZAR 298 ÎXRAÇ

Li gorî rapora SAMER'ê, KHK'ên ku hatine îlankirin bandoreke xirab li ser saziyên li Kurdistanê jî kirine û ev agahî hatine dayîn: "Li bajarên kurdan 14 hezar 298 kes ji saziyên cemaweriyê hatin îxrackirin, dîsa 462 komele, 11 saziyên tenduristiyê, 139 dibistan, 26 wargehên xwendekaran, 27 weqif, 18 rojname, 2 zanîngeh, 3 kanalên TV'an, kanaleke radyoyê hatiye girtin. Bi vê ve girêdayî, personelên cemaweriyê yên bi KHK'ê hatin îxrackirin, 187 kes li peywira wan hatin îadekirin; 12 dibistan, 47 komele, 4 weqif û 7 rojname dîsa hatine vekirin."