Li Manîsayê 3 kes hatin girtin

MANÎSA - Li Manîsayê berî hefteyekê 5 kes hatibûn bibçavkirin, 3 ji wan hatin girtin.

Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê di 6'ê Tîrmehê de operasyonek hatibû destpêkirin û 5 kes hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li miduryeta polîsan, bi dawaza girtinê 5 kes sewqî Dozgerê Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Li dozgeriyê 2 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan, rêveberên HDP'a Turgutluyê Suphî Nîbak, Îshak Erbem û Medenî Yel şandin girtîgehê.