Tanrikulu: Mîtolojî û dîroka kurdan tune dikin

ENQERE - Tuzuka navxweyî ya bi hevkariya AKP û MHP'ê tê guhertin, têgehên wekî kurd û Kurdistan tên qedexekirin. Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu ne tenê tuzuka navxweyî, xebatên qeyûman jî bi bîr xist û ev tişt got: "Çi tiştê aydê mîtolojî û dîroka kurdan hebe, ji hêla van ve tê tunekirin."

Xala herî dawî ya di bin hevkariya AKP û MHP'ê derketiye pêş, guhertina Tuzuka Navxweyî ya Meclisêye. Guhertina ji hêla her du partiyan ve hatiye kirin û ji 17 xalan pêk tê, gelek mijarên krîtîk di nava xwe de dihewîne û armanca sereke jî bêdengkirina muxalefeta li welat e.

TÊGEHÊN WEKÎ KURDISTAN, AMED, DERSIM QEDEXE NE

Xala sod xwarinê jî nû ve hat sererastkirin, li gorî wê kesên ku sond nexwein dê parlamenteriya wan jî neyê qebûlkirin.

Dema axaftinên wekîl û koman jî tê kêmkirin. Her wiha xwendina pêşnûmeyan jî dibe yek û pêşnûmeyên hevdîtina giştî bi 500 peyvan tê sînorkirin.

Bi van hemûyan re sererastkirin herî krîtîk a guhertinê jî xala 15'emîn e. Li gorî vê xalê, "Di dema hevdîtinê de ji Serokomar re, ji Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê re, ji Serokê Meclisê re, ji Dîwana Meclisêre û Serokwekîlên ku peywira Serokatiyê dikin re heqaretê bikin, ji Komara Tirkiyey û ji dîroka Neteweya Tirk re heqaretê bike û gelek tiştên wekî wan re, dîsa di dema axaftinê de peyvên wekî 'Komkujiya Ermeniyan, Komkujiya Dersimê, Kurdistan, Amed û Dersimê bi kar anîn jî di nav de û rexneyên li dijî Serokomar jî wekî sûc tên dîtin."

Dema ev axaftin piştrast bû ku 'sûc' e, dê destpêkê ji 3'ya yek maşê wekîlan bê birîn. Li gorî vê heke wekîlek di nava mehekê de 3 caran "Van têgehên nayên xwestin bi kar bîne" û Serokomar rexne bike, dê maşê wî hemû bê birîn.

‘HER TIŞTÎ JI DESTÊ ME DIGIRIN’

Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu nîqaşên ji hêla Komîsyona Makeqanûnê ve tên kirin nirxand û ev tişt got: "Xaleke Sezgîn Tanrikulu xistine Tuzuka Navxweyî. Tenê navê min nexistinê. Dibêjin ku dê xala 37'an a Tuzuka Navxweyî bê guhertin." Tanrikulu guhertin wiha nirxand: "Li gorî vê xalê, dibêje ku heta hilbijartinên 2019'an mafê axaftinê yê min e. Her tiştî ji destê me digirin." Tanrikulî piştrast kir ku li Meclisê dadgeha AKP'ê tê avakirin.

‘HEMÛ TIŞTÊN AYDÊ KURDAN TUNE DIKIN’

Tanrikulu bertek nîşanê qedexekirina têgehên wekî kurd, Kurdistan û Amedê jî da û wiha pê de çû: "Her tiştî qedexe dikin. Hêj duhê li Amedê navê 'helbestvanê me yê neteweyî' Cegerxwîn rakirin. Ez dibêjim 'neteweyî' ji ber ku ji peyva neteweyî gelekî hez dikin. Navê Cegerxwîn li Amedê radikin, navê Ehmedê Xanî yê ku em bi destanên wî mezin bûne, radikin. Yanî çi tiştê aydê mîtolojî û dîroka kurdan hebe, hemûyan tune dikin. Çare jî ew e, divê em rûyê wanê rast tehşîr bikin û hem jî bi hev re tê bikikoşin."

Kenan Kirkaya - dîhaber