STENBOL – Polisan li navçeya Esenlerê bi ser malbata Çiftçî de girtin Meryem Çîftçî ya nû welidî tevî zaroka wê binçav kirin. Hat diyar kirin ku polîsan ji ber 3 sal cezayê Çîftçî hatiye erêkirin, ew binçav kirin û piştî îfadeyê ceza 6 mehan hat taloqkirin
Li navçeya Esenlerê ya Stenbolê jina bi navê Meryem Çîftçî li nexweşxaneyeke taybet welidî. Polîsan piştî welidînê Meryem Çiftçî binçav kirin. Çîftçî di saetên şevê de rakirin nexweşxaneyê, piştî 3 saetan ji nexweşxaneyê derket, di dema derketinê de polîsan ew tevî zaroka wê ya nû çê bûye binçav kirin. Hat diyarkirin ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye, der barê wê de doz hatiye vekirin û 3 sal cezayê wê hatiye erêkirin. Çîftçî birin Qereqola Polîsan a Uçyuzlu ya Esenlerê. Çîftçî piştî bi saetan li qereqolê hat rawestandin, şandin dadgehê, dadgehê ceza 6 mehan taloq kir û bi şertê kontrola edlî serbest berda.
ZARA KOÇ JÎ HÊJ DI BIN ÇAVAN DE YE
Li Îzmîrê û Mêrdînê jî di 3'yê Tîrmehê de serdagirtina malan pêk hatibû, jina bi navê Zara Koç a 9 meh e du canî ye û bi giştî 13 kes hatibûn binçavkirin, jina du canî 12 rojin di bin çavan de ye. Her çendî êşên welidandinê jî dikişîne ranekirine nexweşxaneyê.