NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata Şêwra Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê dê bi sazkirina yekitiya netewî rê rêbazên wê bên nîqaşkirin, li bajarê Silêmaniyê bi nîqaşên partiyên kurdistanî berdewam dike, di axaftinên ji hêla partiyên wekî KJK, KCD, Goran û PYD'ê ve hatin kirin de banga avakirina yekitiya neteweyî hat kirin. Rêxistinan aşkera kir ku heke yekitî pêk bê, dê kurd bi her warî de qezenc bikin.
Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo nîqaşkirina Şêwra Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê bi tevlêbûna partiyên siyasî, pêkhateyên civakî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspiyan destpê kir. Dê komxebata 2 rojan berdewam bike û qasî 60 nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rojnameger û rûspî jî di nav de, dê bi tevahî 350 kes beşdar komxebatê bibin. Di komxebatê de banga yekitiyê hat kirin û hat gotin ku divê di her warî de destkeftiyên neteweyî bên parastin.
KJK: YEKITÎ HEBÛYA DÊ JINÊN ÊZIDÎ NEKETANA DESTÊ DAIŞ'E
Endama Konseya Rêveber a Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) Besê Erzîncan di komxebata yekitiya neteweyî de peyama KJK’ê xwend û wiha got: “Heke em gelê kurd yekitiya xwe saz nekin em ê bi metirsiyên mezin re rû bi rû bimînin. Ji ber em ne yek bûn, bihezaran jinên êzidî ketin destê DAIŞ’ê.”
Erzîcan di dewama peyama xwe de berxwedana 14’ê Tîrmehê, berxwedêrên Zîndana Amedê û salvegera şahdeta Dr. Qasimlo ya di 13’ê Tîrmehê jî bi bîr xist û wiha got: "Em bi vê boneyê hemû şehîdên rêya azadiyê bi bîr tinin û dilsoziya xwe ya bi wan re di pêkanîna yekitiya neteweyî dubare dikin.”
Erzîncan balkêşa ser civîna neteweyî ya jinên kurd di 9’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê pêk anîne û wiha pê de çû: “Weke hûn jî dizanin berê niha demeke kurt civîneke neteweyî ya jinên kurd ya ji çar parçeyên Kurdistanê, li Silêmaniyê çêbû û di vê civînê de komîteyeke amadekar ya ji bo konferansa 3'yemîn ya jinên kurd hat diyarkirin. Ev destkeftiyeke girîng bû.”
BIHÊZKIRINA RÊXISTINA JINÊ
Erzîncan di berdewama peyama xwede balkişand ser têkoşîna azadiya jinê jî û wiha axivîû got: “Sedsala 21'an Sedsala jinê ye. Pêşengiyê ji guhertinên Kurdistan û Rojhilata Navîn re dike. Me wekî jinên kurd di civîna neteweyî de îşaret bi bihêzkirina rêxistina jinan kir.”
Erzîncan bal kişand ser yekitiya gelê kurd jî û aşkera kir ku heke ew yekitiya xwe saz nekin, dê bi xetereyan re rû bi rû bimînin û ev tişt got: "Mînaka vê ya herî berçav tiştên ku bi serê jinên êzidî de hati ne ye. Ji ber yekitiya me nebû jinên êzidî ketin destê çeteyên DAIŞ’ê."
KCD: BI SAYA SEROK Û RÊBERAN
Endama Dîwana KCD'ê Mulkiye Bîrtane jî aşkera kir ku pêwistiya gelê kurd û Kurdistanê bi Statû û rêxistinbûyinê heye û ev nirxandin kir: "Têkoşîna ku gelê me dimeşîne nêzî encamgirtinê ye. Ev jî dibin pêşengiya gelek serok û rêberên kurd de pêk hatiye. Êdî gelê me ji rewşa civakeke bêrêxistinî derketiye. Di Rojhilata Navîn de bûye hêza herî pêşeng, bi bandor û rêxistinkirî ye. Ji ber ku berê yekitî û rêxistineke hevpar a kurdan tunebû, ji ber wê ne dikarîn mêtîngeriya li Kurdistanê têk bibin."
Bîrtane aşkera kir ku ew ketine serdemeke nû û wiha got: "Di vê serdemê de gelek derfetên pêşketinê pêşkêş dike. Di vê dema guherînên dîrokî pêk tên de, bendewariya gelên Rojhilata Navîn û gelê kurd ji me heye. Ger partiyên siyasî vê rewşa heyî baş bê dest girtin, dê bikarin encamên baş ji bo gelê kurd derbixin holê."
GORAN: BERXWEDANA KURDAN BALÊ DIKIŞÎNE
Nûnerê Tevgera Goran Aras Welî got ku "Gelê kurd ji her demê bêhtir bi hêz e" û ev axaftin kir: "Tevahiya çapemeniya cihanê bi balkêşî temaşeyê gelê kurd dike. Berxwedana gelê kurd a salên 1991'an li başûrê Kurdistanê wisan kir ku civaka navnetewî maf bide gelê me. Niha destkeftiyên gelê kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê bûye cihê baldariyê, bi taybet di aliyê rêxistinbûyîna jinan de bala cihanê dikişîne ser xwe.”
Welî destnîşan kir ku yekitiya neteweyî ji bo pêşketina hêza gelê kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê girîng e û ev tişt li gotinê xwe zêde kir: "Niha li rojavayê Kurdistanê pêwistî bi alîkariya madî û manewî heye. Divê niha alîkariyek zêdetir ji bo wê bê kirin.” Welî bal kişand ser dewleta serbixwe ya li başûrê Kurdistanê jî û wiha pê de çû: “Pêwist e dewleta serbixwe armanca wê hebe, ne xewin û xiyalî be. Divê hizbek wek dirûşma û daxwazên xwe yên siyasî bi kar neyne.”
ŞEHÎD YEKITIYÊ JI ME DIXWAZIN
Li ser navê partî û saziyên rojavayê Kurdistanê jî Asya Ebdullah axiftinek kir û piştrast kir ku êdî dora partî û rêxistinên siyasiye û got ku goristanên şehîdan ên li Rojava ji wan re dibêje yekitiyê pêk bînin. Abdullah got ku “Li goristanên şehîdan ên li Rojava yekitiya neteweyî pêk hatiye." û ev tişt anî ziman: "Ev goristan ji me re dibêjin yekitiyê pêk bînin. Gelê me yekitî pêk aniye. Êdî dora partî û rêxistinên siyasî ye. Divê em vê ji xwe bipirsin, çi tişte yekitiya me ya neteweyî asteng dike?”
Abdullah anî ziman ku gefên li dijî kurdan îro didomein û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gefên li ser Efrînê didomin. Li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat divê em bi giyaneke hevpar li dijî êrîşan tê bikoşin. Em bawer dikim ev komxebat ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî wê gaveke mezin be.”
KCK: HEKE YEKITÎ ÇÊNEBE DÊ QIRKIRIN PÊK BÊN
Endamê dîplomasiya KCK’ê Serhed Varto jî li ser navê KCK’ê axifî û destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî yekpare û bi rêyên siyasî-demokratîk were çareserkirin, pêwîstî bi yekitiyê heye û ev tişt anî ziman: "KCK aşkera dike ku divê kurd teqez yekitiya xwe saz bikin. Divê prensîb û xalên esasî yên yekitiya neteweyî werin nîqaşkirin.”
Varto piştrast kir ku mijara sereke statûya gelê kurd e û ev nirxandin kir: "Li Rojhilatê Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn rû dide. Pergaleke nû ya Rojhilata Navîn û cîhanê tê avakirin. Di rewşa heyî de pirsgirêka kurd dê di nava pergala nû ya Rojhilata Navîn û Cîhanê de cih bigire an na, bûye mijare sereke ya şer. Ev, destkeftî û an jî wendakirinên kurdan wê ne tenê çarenûsa kurdan, jêdera xwe ji diyarkirina çarenûsa Rojhilata Navîn jî digire. Ji ber ku bûyîna xwedî statû ya kurdan an jî nebûn, wê karektera pergala nû diyar bike. Heke kurd bibin xwedî statû, ev ê bide nîşan ku pergala nû ya Rojhilata Navîn li ser hîmên demokratik dê bê avakirin. Di vê rewşê de ne tenê kurd, dê hemû gelên li Rojhilata Navîn û gelên bindest û pêkhateyên civakî yên cuda jî bigihin mafên xwe yên rewa û azadiya xwe. Lê heke hurd bê statû bimînin, wê di serî de kurd, dê hemû gelên li Rojhilata Navîn mîna di dawiya şerê cîhanê yê yekemîn de, dê bi pergalên qirkirinê yên mezin re rû bi rû bimînin."