NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êlihê 8 kes hatin binçavkirin û li Erzînganê jî ji 18 kesên hatibûn binçavkirin jê 7 kes hatin girtin.
ÊLIH
Polîsan li Êlihê bi ser malan de girt û 8 kes binçav kirin. Li navenda Êlihê di serdegirtinên hemwext ên bi ser malan de 8 kes hatin binçavkirin. Navên kesên ku hatin binçavkirin nehat hînbûn birin Emniyeta Êlihê.
ERZÎNGAN
Li Erzînganê di operasyona li dijî xwendekarên Zanîngeha Erzînganê 18 xwendekarên ku hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. Xwendekarek piştî îfadeya dozgeriyê hat berdan, 17 xwendekar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 10 xwendekar ji aliyê dadgehê ve hatin berdan. Xwendekarên bi navê Namî Taş, Şahîn Kaya, Vedat Îşbîlîr, Mehmet Salîh Kaya, Leyla Rozerîn Vural, Evren Tarhan û Ayşan Yekît ji ber daxuyaniyên çapemeniyê û bernameyên ku beşdar bûne bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin.
Xwendekar birin Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê.