AMED - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 440'an de ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin daxuyanî dan. Xizmên windayan bal kişand ser salvegera 15'ê Tîrmehê û diyar kirin ku OHAL li dijî kesên edaletê dixwazin û kesên muxalif hatiye îlankirin.
Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 440'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatan dîsa pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" vekirin û wêneyên kesên winda raxistin. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan tev li çayakiyê bûn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku 15'ê Tîrmehê li dijî kesên edalete dixwazin û li dijî kesên muxalif hatiye îlankirin. Bîlîcî, bi minasebeta 1'emîn salvegera 15'ê Tîrmehê darbe şermezar kir û wiha got: "Em her dem li dijî darbeyan têkoşiya ne. Em her dem li dijî darbeyan li cem mexdûran in. Em her em li Tirkiye ji bo parastina azadiya mafan û wekheviyê têdikoşin. Piştî darbeyan hemû muxalefet bûn hedef. Piştî îlana OHAL'ê binpêkirina mafên mirovan zêde bû. Yên li dijî darbeyan û OHAL'ê şer kirin betal man û ji karê xwe bûn. Hevserokên HDP’ê hatin girtin û rê li pêşiya demokrasiyê hat girtin. Hesap ji kesên darbe pêk anîn nehat pirsîn. Çareseriya li dijî darbeyan demokrasî û çareseriya pirsgirêka kurd e."
Endamê Komîsyona Windayan ê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Hasan Yalçin, jî piştre çîroka Recep Îkincisoy ê di 16'ê Tîrmeha 1980'ê de li Amedê hat revandin û windakirin vegot. Yalçin, diyar kir ku Îkincisoy beriya bê windakirin gelek caran rastî gefên polîsên sivîl hat û piştî hat windakirin carek din agahî jê nehat girtin. Yalçin, anî ziman ku li gel şahidê bûyerê hene jî dîsa windakirin nehat pirsîn û di tariyê de hat hiştin.
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.