ENQERE - Çalakiya karmendên ji bo dîsa li karê xwe vegerin û piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semih Ozakça li kolana Yukselê di roja 249'an de dewam kir. Polîsan dîsa êrîşî komê kir û 4 kes binçavkirin.
Çalakiya karmendên ji kar hatine avêtin, ji bo li karê xwe vegerin û piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 129 rojin di greva birçîbûnê dene li kolana Yukselê di 15'ê Tîrmehê de jî berdewam kir. Karmendan OHAL û KHK şermezar kirin û xwestin dîsa li karê xwe vegerin. Karmendan piştgirî dan Nuriye Gulmen û Semih Ozakça û xwestin dîsa li karê xwe vegerin û edalet pêk bê. Karmendên xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê rastî êrîşa polîsan hatin. Karmenden ku dowîzên wêneyê Nuriye Gulmen û Semih Ozakça li ser hebûn rakirin rastî êrîşa polîsan hatin û polîsan dowîz qetandin. Polîsan di êrîşê de Nazife Onay, Emine Unlu, Serhat Aydin û Ersan Akkay binçavkirin.
Karmendên rastî mudaxaleya polîsan hatin, diyar kirin ku heta karê xwe bi dest nexin ji vir naçin û bertekên xwe anîn ziman.