Zara Koç hêj ranekirine nexweşxaneyê

ÎZMÎR – Jina bi navê Zara Koç a 9 meh e du canî ye, 13 roj e di bin çavan de ye, hat gotin ku Koç di heman demê de nexweşa dil e. Hevseroka Şaxa SES'ê ya Îzmîrê Hulya Ulaşoglu aşkera kir ku stresa di bin çavan de dibe sedema welidandina zû û xwestin Koç serbest bê berdan.

Di 3'yê Tîrmehê de li Îzmîr û Mêrdînê serdagirtinên malan pêk hat û 13 kes hatin binçavkirin. Jina bi navê Zara Koç a 9 meh e du canî ye, ev 13 roj e di bin çavan de ye. Koç her çendî êşên welidandinê dikişîne jî wê ranakin nexweşxaneyê. Saziyên civakî ev rewş bi daxuyaniyekê şermezar kir. Parêzerên Koç aşkera kir ku ew du canî û nexweşa dil e, divê li nexweşxneyê bê dermankirin.

Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî (SES) ya Îzmîrê Hulya Ulaşoglu da zanîn ku li Tirkiyeyê dema binçavkirinê hatiye dirêjkirin û wiha got: "Rewşa Koç a di warê hiqûqî û tenduristiyê de rewşeke garabetî ye. Divê li nexweşxaneyeke bi rêk û pêk bê dermankirin. Ji ber ku Koç 9 meh e du canî ye, divê ev rewş li ber çavan bê girtin."

‘DEMILDEST SERBEST BERDIN’

Berdevka Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) a Îzmîrê Bêrîtan Altun jî destnîşan kir ku Koç bi rojan e di bin çavan de ye, pêkanînên li dijî Koç wekî polîtîkaya sîstematîk a li dijî jinan şîrove kir. Altun got ku ew şert û mercên ku Koç têde tê girtin baş dizanin û wiha got: "Cihekî bê tenduristî ye. Ji ber wê tiştek bê serê Zara Koç dê rayedarên li wir bin. Ev 13 roj e di bin çavan de ye. Divê demil dest serbest bê berdan."

‘LI DIJÎ MAFÊN MIRIVAN E’

Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî jî binçavkirina Koç a wekî binpêkirina mafên mirovan nirxand û piştrast kir ku dibe ku Koç a niha jî biwelide û wiha pê de çû: "Nirxê ku dewlet dide jinan, bi vê nêzikatiyê diyar dibe. Di bin çavan de welidandin nayê qebûlkirin."