Li Şemzînanê teqîn: Welatiyek mir û welatiyek jî birîndar bû

COLEMÊRG – Li gundê Evliya ya Şemzînanê Yunus Kaplan ê 19 salî pê li mayînê kir, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahinê hatin bidestxisti, li gundê Evliya yê navçeya Şemzînana Colemêrgê, welatiyê bi navê Yunus Kaplan (19) û xizmê wî Ferhat Kaplan ê li çoltera gund pincar kom dikirin, pê li mayînê kirin. Piştî teqînê her du welatî birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Li gel mudaxeleya bijîşkan Yunus Kaplan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Dermankirina Ferhat Kaplan didome.

2 ROJ BERÊ JÎ 4 WELATÎ BIRÎNDAR BÛBÛN

Li Zozanên Silo ya gundê Bêsosinê ya Şemzînanê jî di 13’ê Tîrmehê de mayîn teqiyabû û welatiyên bi navê Remzî Ulukan, Reşît Erdenîz, Hadî Kiliç û Selman Kiliç birîndar bûbûn. 4 kes li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê tên dermankirin. Hat zanîn rewşa du welatiyan hêj baş nebûye.