AA nûçegîhanê me wekî 'Endamê PKK'ê' nîşan da

HATAY – Ajansa Anadolu (AA), nûçegîhanên me Erdogan Alayumat û Nurî Akman yên ku li navçeya Îslahiye nuçe dişopandin û hatin binçavkirin wekî "Endamê PKK'ê" nîşan da.


Nûçegîhanên me Nurî Akman û Erdogan Alayumat li ser sînorê Hatay û Dîlokê dema nûçe dişopandin bi hincetên wekî 'bi fikar in' hatin binçavkirin, 2 roj in li Miduryeta Polîsan a Navçeyê tên girtin.
Rojnamegerên li ser 'fikaran' hatin binçavkirin, dê kêngê derxin dozgeriyê ne diyar e. Ajansa Anadolu (AA), nûçegîhanên me Erdogan Alayumat û Nurî Akman yên ku li navçeya Îslahiye nuçe dişopandin û hatin binçavkirin wekî "Endamê PKK'ê" nîşan da. Nûçegîhanên me ji bo nûçe bişopinin hatibûn Hatayê û ji aliye AA û medya nêzî AKP’ê ve wekî "Endamê PKK'ê nîşan da. Medya nêzî AKP'ê bi gotina "Dema Polîsan li navçeyê lêgerîn dikir, Erdogan A. û Nûrî A. yên der barê endamtiya PKK'ê de lêgerîna wan hebû binçav kirin. Şikdarên ku di kontrola tenduristiyê re derbas kirin birin midûriyeta polisan. Ji bo lêpirsinê birin Miduriyeta Polîsan a Hatayê.