ÎHD û TÎHV'ê rapora binpêkirinên mafên mirovan aşkera kirin

ENQERE - İHD û TÎHV'ê rapora xwe ya binpêkirinên mafên mirovan a salekî aşkera kir. Di raporê de bal kişandin li ser bîlançoya giran a binpêkirinan banga "xwedîlêderketina deklerasyona Dolmabahçeyê û û naskirina îradeya gelan a ku di hilbijartinên 7'ê hezîranê de nîşan dan" li hikûmetê hat kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi munasebeta 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cihanê li Navenda Gişti ya ÎHD'ê civîna çepemeniyê li daxsitni. Di civînê de rapora ku têkîldarî binpêkirina mafên mirovan a 2016'an hate parvekirin.

Rapora ku bi sernavên "Mafê jiyanê", "Muameleya xirab û îşkence", "Pirsgirêka kurd", "Azadiya fikr û raman", "Hewldana darbeyê û OHAL", "azadiya rêxistinbûnê", "Azadiya xwepêşandan û civînan", "Pirsgirêka şîdeta li hemberî jinan" pêk tê ji aliyê Endamê Lijneya Rêveber a TÎHV'ê Sezaî Dardaş û Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ve hat parvekirin.

Hin daneyên di raporê de wiha ne:

MAFÊ JIYANÊ

* Di encama gulebarana polîsan de 341 kesan jiyana xwe ji dest dane, 396 kes jî birîndar bûne. Li bajarên ku qedexeya derketina kolanan de binpêkirinên mafên mirovan di nava vî hejmarê de ye. *

* Li herêmê sînor 76 kesan jiyana xwe ji dest dan, 160 kes jî birîndar bûn.

* Di encama êrîşên DAIŞ'ê de 184 kesan jiyana xwe ji dest dan, 633 kes birîndar bûn.

* 5 kesan di bin çavan de jiyana xwe ji dest dan.

* Di encama kuştinên kiryar nediyar de 25 kes jiyana xwe ji dest dan.

* Li girtîgehan ji ber sedemên cuda herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.

* Dema ku leşkerî dikirin herî kêm 20 kesan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

* Di encama mayin û bombeyên bêxwedî de 13 jê zarok 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 41 jê zarok 51 kes bi giranî birîndar bûn.

* Di 9 mehên 2016'an de ji ber pevçûnên çekdarî 406 jê leşker, polîs û cerdevan, 605 mîlîtan, 29 sivîl bi temamî 1040 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di vî pêvajoyê de 1065 leşker, polîs, cerdevan, 17 mîlîtan û 75 sivîl birîndar bûn.

* Windakirinên di bin çavan de yên ku demeke dirêj e nayê dîtin careke din dest pê kir û di 2016'an de 2 kes hatin windakirin.

* Ji ber cînayetên kar herî kêm 1816 karkeran li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran jiyana xwe ji dest dane.

ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XIRAB

* Di 11 mehên 2016'an de hezar û 622 kesan gotine ku di bin çavan de an jî derveyî cihên binçavkirinê rastî îşkenceyê hatine.

PIRSGIRÊKA KURD

* Piştî ku di 16'ê tebaxa 2015'an de qedexeyên derketina derve destpê kir heta tebaxa 2016'an li Amedê 61 caran, li Mêrdînê 18 caran, li Şirnexê 13 caran, li Colemêrgê 11 caran li Mûşê 2 caran, li Êlihê 2 caran, li Çewlîkê 2 caran, li Xarpêtê carekî, li Dersimê carekî bi temamî li 9 bajar û herî kêm 35 navçeyan herî kêm 111 caran qedexe hatiye îlankirin. Ji ber van qedexeyan herî kêm mafê jiyan û tenduristiyê yên milyonek û 671 hezar kesan hatine binpêkirin.

* Herî kêm 321 sivîlan di navbera 16'ê tebaxa 215'an û 2016'an de dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dane. Ji wan 79 zarok, 71 jin û 30 jî temenê wan ji 60'î mezintir in.

* Li cihên ku qedexe hatine îlankirin ji ber dorpêçê nêzî 500 hezar kes bi zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin û hatine koçberkirin.

* 50 hevşaredar hatine girtin.

* Di 2016'an de hejmara cerdevanan zêde bûye.

* Di 2016'an de di lêpirsînên KCK, HDP, DBP û HDK'ê de nêzî 15 hezar kes hatine binçavkirin û ji wan 5 hezar û 600 kes hatine girtin.

* Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 10 parlamenter hatin girtin, 50 hevşaredar hê jî girtî ne.


AZADIYA FIKIR, BAWERÎ Û XWE ÎFADEKIRINÊ

* Hêjî rojnameger, xebatkarên çapemeniyê yan jî xwediyên rojnameyan bi giştî 146 kes girtî ne.

* Di sala 2016’an de bi OHAL’ê re 5 ajansên nûçeyan, 16 televîzyon, 24 radyo, 62 rojname, 19 koar, 29 weşanxane bi giştî 155 saziyên çapemeniyê bi KHK’yan hatin girtin.

TEŞEBÛSA DARBEYÊ Û OHAL

* Di dema 5’ê Tîrmehê-10’ê Kanûna 2016’an ji 90 hezaran zêdetir kes hatin binçavkirin û ji 36 hezaran zêdetir kes hatin girtin.

* Di pêvajoya OHAL’ê de ji 100'an zêdetir rojnameger û nivîskar hatin girtin. Niha jî hêjî 146 rojnameger û nivîskar girtî ne.

* Hezar û 61 dibistanên dayîkê, navîn û amedeyî, 15 zanîngehên taybet,113 wargehên xwendekaran û pansiyonek hatine girtin.

* 35 navendên tendirûstiyê, 1600 komele û weqf, 19 sendîka hatine girtin. Ji Partiya Herêmên Demokratîk heta niha qeyûm tayînî 50 şaredariyan hatine tayîn kirin û 50 hevşaredar hatine girtin.

* Bi giştî 177 saziyên çapemeniyê hatine girtin. Rojanemeya Ozgur Gundem ku dengê gele kurd bû û yekane Rojnameya bi zimanê kurdî derdikeve Azadiya Welat hatine girtin.

* Herî kêm dest danîne ser pasaporta 80 hezar kesan û hêjî betalkirin didome.

GIRTÎGEH

* Ji 1’ê Mijdara 2016’an ve (dîroka dawî ya ku Wezîrê dadê agahî dan) li girtîgehn bi giştî 197 hezar û 297 girtî hene. Ligel efûyên derdikevin jî hêjmara girtiyan zêde dibe.

* Di 11 mehên sala 2015’an de întîxar, îşkence û binpêkirinên mafanbi hincetên qeza, nexweşî, şêrê dinavbera girtiyan de 32 kesan jiyana xwe ji dest da.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

* Li girtîgehan di qadên tendirûstiyê de pirsgirêkên mezin hene. Girtî di xwe gihandina mafê tendirûstiyê de bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Li girtîgehên Tirkiyeyê li gorî tesbîtên ÎHD’ê 331 jê giran 926 girtiyên nexweş hene. Piştî darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an ji bo hezaran kesên hatine girtin, cih were vekirin li Enqere, Stenbol, Îzmîr û hinek navendên din gelek girtiyên nexweş ên ku divê tedaviyê bibînin hatine sirgûnkirin û bi vê re tedawiyan wan hatiye zehmetkirin.

AZADIYA XWERÊXISTIN KIRINÊ

* Bi îlana OHAL’ê û KHK'yan re girtina 19 sendîka û 1600 komele û weqfan dide nîşandan û azadiya xwerêxistinkirinê di bin zextên îktîdara siyasî de ye.

AZADIYA CIVÎN Û ÇALAKIYAN

* Di encama êrîşên leşker û polîsan ên li dijî civîn û çalakiyan de 500 kes birîndar bûn. Êrîşî 352 civîn û çalakiyan hatiye kirin.

PIRSGIRÊKA ŞÎDETA LI DIJÎ JINAN

* Divê newekheviya li jinên kurd û jinên penaber tê kirin bê rakirin.

* Divê dawî li gotinên pêşdarazan bên berdan.

* Ji bo şîdeta civakê ya xwe dispêre zayendiyê bi dawî bibe, Plana Çalakiya Neteweyî bê pêkanîn, qanûn bên sererastkirin û xetên telefonan ên ku bi zimanên cuda alîkariyê didin jî bên vekirin.

* Divê kurtaj bi biryara jinan bê kirin û ji bo vê jî di qanûnan de sererastkirin bê kirin.

‘DIVÊ DEMILDEST AŞTÎ BÊ PÊKANÎN’

Di beşa dawî ya raporê de hat ragihandin ku Tirkiye nikara nirxên mafê mirovan a gerdûnî pêk bîne û ev tişt hatin gotin: “Tenê daxwazek heye ji bo Tirkiye mafê mirovan bi cih bîne. Ew jî demildest pêkanîna aştiyê ye. Di şertên ku aştî neyê pêkanîn de mafê jiyanê nikare bê parastin, dema mafê jiyanê tune be jî mirov nikare behsa mafan bike. OHAL û KHK darbeyek dij a rejîmê ye. Em bang li îktîdara siyasî dikin ku xwedî li deklarasyona 28’ê Sibata 2015’an a Dolmabahçeyê derbikeve û îradeya gelê Tirkiyeyê ya ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de danî holê nas bike.”