MÊRDÎN - Li Kerboranê 5 kesên ku 13 roj berê hatibûn binçavkirin, bi hinceta “endamê rêxistinê” hatin girtin.
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê welatiyên bi navê Cemile Demîr, Mevlîde Gunduz, Tahîr Demîr, Zeynep Arslan û Beşîr Can ku di 2’yê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. 5 kesên ku dozger ew bi hinceta “endamê rêxistinê” sewqî dadweriyê kirin bi heman hincetê hatin girtin.
Her 5 kes şandin Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê.