Di dosyaya Elçî de ji 15'ê Tîrmehê heta niha tiştek nehatiye kirin

AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyar kir ku di dosyaya lêpirsîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin de ji 15'ê Tîrmehê heta niha tiştek nehatiye kirin, heta ku kiryarên Elçî bên dîtin dê çalakiyên xwe bidomînin.

Baroya Amedê ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku li navçeya Sûrê ya Amedê di 28'ê Mijdara 2015'an de hat kuştin bên dîtin û lêpirsînekî berfireh bê kirin li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe ya heftane pêk anî. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser wêneyê Elçî ya nivîsa "Em ê te ji bîr nekin" nivîsandiye hat vekirin. Gelek endamên baroyê beşdarî çalakiyê bûn.

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di daxuyaniyê de axivî û got ku Hefteya Mafên Mirovan a 10-17'ê Kanûnê bila bibe wesîleya bidawîbûna binpêkirinên mafên mirovan. Ozmen anî ziman ku salek e li heman cihê çalakî pêk tînin û wiha axivî: "Çi heyf e ku em her hefte ji we re heman tiştî dibêjen. Ji ber ku di dosyayê de tu pêşketin tuneye." Ozmen destnîşan kir ku ji 15'ê Tîrmehê heta niha di dosyayê de tu tişt nehatiye kirin. Ozmen diyar kir ku heta ku kujer bên dîtin dê çalakiyên xwe bidomînin.

Daxuyanî bi 5 deqîqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû.