TSK'ê êrîş kir: 3 efrînî jiyana xwe ji dest dan

EFRÎN - TSK û komên OSO'yê êrîşî Efrînê kirin. Di êrîşê de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek jê jî birîndar bûn.

TSK û komên OSO'yên girêdayî artêşa tirk îro danê sibehê bi topan êrîşî Efrînê kirin. TSK û komên OSO'yê bênavber bi top û hawanan êrîşî noqteyên venêrînê yên li têketina Efrînê, Akademiya Efrînê ya berê û navenda bajêr kirin. Di êrîşan de gelek sivîl birîndar bûn û 3 sivîl jî jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku TSK û OSO duh jî bi hawan û obusan êrîşî Kampa Penaberan a Rûbarê ya navçeya Şêrewayê kirine û di vê êrîşê de gelek penaber birîndar bûne.

Her wiha dîsa hat diyarkirin ku YPG û YPJ jî bersiva van êrîşan dane.