Ji KESK’ê daxuyaniya mîtîngê

ÎZMÎR - Hêzên ked û demokrasiyê ku bertek nîşanî qedexeya walî ya li dijî “Mîtînga Herêma Egeyê” ya KESK’ê dan û bang li hemû kesê kirin ku roja Yekşemê li Meydana Cumhuriyetê tevlî daxuyaniya wan bibin.

Rêxistinên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, di çarçoveya biryara Navenda Giştî ya KESK’ê ku dê bi dirûşmeya “Maf berî OHAL û KHK’ê tên. Emê teslîmî îxraçkirin, ji kar avêtin, sirgûn û cezakirinên we nebin” mîtîng li darxistiba ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin. Di civîna çapemeniyê ya li Egîtîm Sena hêjmar 1 de hat pêkanîn Berdevkê demî yê Platforama KESK’a Îzmîrê Bahrî Akkan axivî. Akkan, da zanîn ku hikûmet di qedexeyan da sînoran nas nake û hincetên qedexeyan jî pêkenokin.

Akkan, bi lêv kir ku bi KHK’ên di çarçoveya OHAL’ê de hatine derxistin re qedexe derketine holê û wiha got: “Herî dawî mîtînga me ya herêmî hat qedexekirin. Walî bi hinceta ‘ji bo pêşî li bûyerên ku dê derbikevin bigirin’ mîtîng qedexe kiriye. Em vê zîhniyeta qedexeker ev 14 salin nas dikin. Bêtehemûla wan a li dijî aliyên din her ku diçe zêdetir dibe û dê dîktatoriya zilamekê di nava qedexeyan de tune bibe. Em qedexeyên vê dîktatoriyê nasnakin. Di dîrokê de hertin ên berxwedêr gotina dawî gotine. Em ê li dijî qedexeyan li ber xwe bidin.”

Akkan banga biryara xwe carekdin li ber çavan re derbas bike li Walîtiyê kir û wiha axivî: “Em bang li hemû gelê bajar dikin, ji bo em vê qedexeyê şermazar bikin 11’ê Kanûnê roja Yekşemê saet di 10.30’an de li Meydana Cumhuriyetê tevlî daxuyaniya me bibin.”