EDENE - Endamê Komîsyona Zarokan a Baroya Edeneyê Nevzat Elçî diyar kir ku têkildarî komkujî û facîaya yurda xwendekaran a Aladagê ku 11 kesan lê jiyana xwe
ji dest dan tenê malbatekê gilî kir. Elçî, anî ziman ku ew dê dozê bişopînin.
Têkildarî facîaya Yurda Xwendekaran a li navçeya Aladaga Edeneyê ku 11 xwendekaran lê jiyana xwe ji dest dan, tenê malbatekê gilî kir. Endamê Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Adeneyê Nevzat Elçi, diyar kir ku heta niha tenê malbatekê serî li dozgeriyê daye û gilî kiriye û wiha got: "Dozgeriyê îfadeyê tu malbatan negirtiye. Tenê malbatekê gilî kir. Ji malbatên ku zarokên wan birîndar bûn jî 8 kesan gilî kir." Elçî anî ziman ku dema çûn malbatan ziyaret bikin jî malbatan gotine "Çi karê we li vir heye. Ger ku hewce be em dê bi xwe mudahîl bin." Elçî, destnîşan kir ku wekî baro ew dê heta dawî vê dozê bişopînin.