Ger Ocalan îro bi parêzeran re hevdîtin kiribûya dê jibo yekîtiya kurd çi gotiba?

STENBOL -Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek wiha got: "Heke bi Ocalan re derfetên hevdîtinê pêkan bûya dê gotiba 'tê xwestin ku hemû pirsgirêkên kurdan di nav netew-dewleteke biçûk a li Başûr de bên fetisandin. Divê ji bo hûn mizgîniya azadiyê bidin gelê xwe, divê hûn di warê dê çawa gel pêşeroja xwe, dê çawa çarenûsa xwe tayîn bike de bên gel hev û amadekariyên helwesteke hevpar bikin."

Hevserokê HDP'a Bajêr a Stenbolê û parêzerê Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan Parêzer Cengîz Çîçek nêrînên Ocalan ên der barê Yekîtiya Netewî ya Kurdan de, biryara referandûma ku PDK'ê li Herêma Kurdistana Federe wergirtiye û Komcivîna Yekîtiya Netewî ya Kurdan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) nirxandin. Çîçek, got ku ji berê de Ocalan Yekîtiya Netewî ya Kurdan diparêze.

Çîçek, anî ziman ku civak û neteweyên dabeşkirî û perçekirî ji aliyê pergala kapîtalîst-hegemonîk ve bêtir tên birêvebirin. Çîçek, bi bîr xist ku Ocalan berê ji bo hemû pêşengên polîtîk ên perçeyan ev bangawazî kiribû: "Hûn mecbûr in ku bên gel hev û vê dezgeha dagiriya kapîtalîst serobino bikin. 'Divê ji bo hûn mizgîniya azadiyê bidin gelê xwe, divê hûn di warê dê çawa gel pêşeroja xwe, dê çawa çarenûsa xwe tayîn bike de bên gel hev û amadekariyên helwesteke hevpar bikin."

Çîçek, dest nîşan kir ku di warê pirsgirêka kurd de ev tespîta Ocalan zaf girîng e: "Di pergala kapîtalîst de bi piranî hemû pirsgirêkên netewî û nîjadî di nav parçikek dewletî de tên tepisandin û bi vî awayî tên halkirin." Çîçek wiha axivî: "Di dîrokê de gelê ermen ew gele ku bi qirkirinê re rû bi rû maye. Hûn nikarin hemû pirsgirêkên gelekî ku bi her cure qirkirinê re rû bi rû maye bi afirandina dewleteke Ermenîstanê çareser bikin. A rast dewleta Ermenîstanê ya niha bi xwe jî pirsgirêka ermenan hepsî çarçoveyeke netew-dewletê kiriye û di asasê xwe de ev rewş ji bo netewan wek para bêdeng be tê nirxandin. Meseleyên azadiyê yên civakê, xwezaya wê ya civakî divê di nav cinawira netew-dewletê de neyê hepskirin. Yanî netew-dewlet ne çareserkirina pirsgirêkan e. Bereksê vê neçareseriya pirsgirêkan kûrtir dike. Bi avakirina dewleta Ermenîstanê li cihanê pirsgirêka ermenan çareser nebû."

‘NETEWEYAN HEPSÎ DEWLETÊN WEK GIRTÎGEHAN DIKE'

Çîçek, anî ziman ku mafê her neteweyê heye ku çarenûsa xwe tayîn bike, lê belê vegotina kapîtalîst-lîberal vê wek dewletên serbixwe formule kiriye û neteweyan hepsî dewletên wek girtîgehan dike. Çîçek vê gotina Ocalan "Heke hûn li ser sifra zêrî netew-dewletê berpêşî me bikin jî, em ê qebûl nekin. Ne navê çareseriyê ye, navê bêçareseriyê ye" bi bîr xistin û ragihand ku, ji dîrokê ve heta niha hin rêberên siyasî yên kurdan xwestine di nav sînorê netew-dewleteke sunî de meseleya azadiya kurdan çareser bikin, lê belê ji çareserkirinê wirdetir xistine rewşeke ku nayê çareserkirin.

'BELKÎ JÎ DERIYÊ BÊÇARESERIYÊ LI SER PIŞTÊ BIHÊLE'

Çîçek, anî ziman ku heta ku netew xwe bi xwe zemîna xwe diyar nekin, dê tim bibin lîstika hin kesan û wiha ragihand: "Li vir bi taybetî meriv dikare referandûma serxwebûnê ku PDK ji bo Başûr dixwaze bike şîrove bike. Helbet gelê me yê Kurdistana Başûr mecbûr e ku çarenûsa xwe tayîn bike. Ev mijar nayê nîqaşkirin, lê dema em di çarçoveyeke rasteqîniya kurdan de li ser vê mijara ku nayê nîqaşkirin hûr bibin, a rast di asasê xwe de nêzîkatiyeke bipirsgirêk e. Mafê tayînkirina çarenûsa xwe yan jî avaniya dewleta serbixwe ya li Başûr dê pirsgirêkên kurdên li perçeyên din çareser neke. Belkî jî deriyê bêçareseriyê li ser piştê bihêle. Şoreşa li Rojavayê li ber çavê me hemûyan e. Di ser şoreşa Rojavayê re li herêmê rastiya avakirina pergaleke ku dê qedrê kurdan pê bê zanîn û bibin xwediyê gotinê heye. Di pêvajoyeke wisa dîrokî de ev vegotina referandûmê ya perçeyekî, a rast ji hêlekê ve di warê azadî û serxwebûnê de mînîmalîzekirina hêvî û bêrîkirinên kurda ye, hepskirina li perçeyekî ye."

‘BERBAKIRINA HÊVIYÊN KURDA YE'

Çîçek wiha domand: "Heke îro mafê gotinê bidanan Birêz Ocalan dê der barê referandûma Başûr de wiha bigotana: 'Hemû pirsgirêkên azadiyî û nasnameyî yên gelê kurd di cendereyekê de nayên tepisandin. Yanî daxwazên kurdan gelekî ji vê rewşê zêdetir in. A rast çareseriya li perçeyekî dibe ku li perçeyên din li pêşberî çareseriyê bibe astengî. Yên ku netew-dewlet dahênandine ne gel in, ne civat in, ya ku dahênandiye pergala kapîtalîzmê bi xwe ye. Netew-dewlet navê ragirtina civakê ye ku dixwaze li noqteyekê bê birêvebirin. Yanî înkara nasnameyê ye.' Jixwe Birêz Ocalan bi paradîgmaya xwe ya Netewa Demokratîk li hemberî van avaniyên ku em jê re dibêjin netew-dewlet alternatîfê çêdike."

Çîçek, diyar kir ku heke îro bi Ocalan re hevdîtin bihatana çêkirin an jî li derve bûna, dê bigotana tê xwestin ku pirsgirêka hemû kurdan di nav netew-dewleteke niçûk a li Başûr de bê fetisandin û wiha domand: "Divê gelê me yê Başûr jî vê yekê zanibe. Dibe ku navê we dewleteke serbixwe be, dê ev ruhê hemû kurdan miz bide, lê dê ev neyê wateya azadî an jî serxwebûna hemû kurdan. Bereksê wê, dê bibe navê ku kurd dîsa bên lîstikê, hemû destkeftiyên perçeyên din di nav vê netew-dewleta biçûk de bên hepskirin û ji aliyê pergala kapîtalîst ve bên birêvebirin. Heke Birêz Ocalan îro li derve bûna her hal, teqez dê ev tişt bigotana."

Çîçek, diyar kir ku qesda Ocalan a ji Kongreya Netewî ya Kurd, ne ew e ku kurdan di bin banê sîwaneke siyasiyî de kom bike. Çîçek, anî ziman ku qesda wî ji kongreyê formula meseleya azadiya kurdan, destkeftiyên wan ên nîjadî û jiyana wan a bi gelên cîran re ye. Çîçek wiha got: "Kesên ku îro xwe li hemberî vê bangawaziya Ocalan ku berê kiribû li nebihîstinê datînin îro behsa serxwebûnê dikin, nexwe ev ne serxwebûneke rasteqîne. A rast wî gelê ku bi rê ve dibin dixin nav wê dezgehê û bi vî awayî hêviyên wan ên azadiyê ber bi pêşerojeke nediyar ve berba dikin."

‘DIKIN QADA OPERASYONÊ'

Çîçek, dest nîşan kir ku Ocalan di formula xwe ya Konfederalîzma Demokratîk de di warê gihandina çandî, civakî, aborî û siyasî ya 4 perçeyan de li riyan digere û wiha got: "Birêz Ocalan digot ev ji rewşa berdewamiyî derketiye. Her ku têkoşîna kurdan a azadiyê mezin dibe di vî warî de dewlet jî tên zorandin. Belkî sedsal şûnde mirov dikaribe vê jî bibêje; Di şexsê Iraqê de netew-dewleta erebî veçirî. Dema em li Îran û Tirkiyeyê jî dinihêrin dê ew jî sed sal şûnde heman sancuyê bikişînin. Ji ber ku pirsgirêka kurdî li ser zemîneke demokratîk esas nagirin. Belkî îro an jî di pêş de xwe vediguherînin qada operasyona hêzên kûrewî. Paradîgmaya Netewa Demokratîk a Birêz Ocalan, di heman demê de ji bo netew-dewleta ku kurd di nav de ne û ji bo netew-dewleta tirk, ereb û farsan modela çaresiyê bû."

Sadiye Eser / Muhammed Dogru - dihaber