Li Girtîgeha Amasyayê girtî û xizmên wan hatin derbkirin

AMED- Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê, gardiyanan girtiyên siyasî û xizmên wan derb kirin. Her wiha mudurê girtîgehê ev heqaret li malbatan kir; "Hûn terorîst in, bicehimin ji welatê me" û hevdîtina bi malbatan re red kir.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê, gardiyanan girtiyan derb kir û gef li wan xwarin. Her wiha tevî girtiyan, malbatên wan ku ji bo hevdîtinê çûn girtîgehê jî hatin derbkirin. Girtiyên bi navê Tûgay Ustuntaş, Zulfu Bînbîr, Seyfettîn Yaşa, Fethî Yaşa û xizmên wan der barê tiştên ku li girtîgehê hatin serê wan de serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dan.

HEM GIRTÎ HEM MALBATÊN WAN TEVDE HATIN DERBKIRIN

Fîlîz Bînbîr, hevjîna girtiyê bi navê Zulfu Bînbîr, got ku li girtîgehê piştî hevdîtinê dema hîn malbat di hudnur de bûn gardiyanan êrîşî girtiyan kiriye. Bînbîr, anî ziman ku malbatên ku li dijî gardiyanan derketin jî hatin derbkirin û wiha axivî: "Gardiyanan malbat derb kirin, sixêf ji wan re gotin û heqaret li wan kirin. Paşê wan avêtin derve. Malbatên ku derketin derve, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Paşê roja şemiyê hevjînê min bi riya telefonê geriya û got gardiyanan ew derb kirine, sixêf ji wan re gotine, heqaret li wan kirine û gef li wan xwarine. Di lingê hevjînê min de platîn heye û bi vî halî wê bi xwêr ve kişandine û derb kirine."

Bînbîr, diyar kir ku girtî bi gefên wek "Ya hûn ê li gor pîvanên me tevbigerin an jî hûn ê hemû bimririn, em ê we û partiya we tevde tune bikin" rû bi rû dimînin. Bînbîr, got ku der barê jiyana hevjînê wê de şik û gumanên wê hene.

LÊGERÎNA TAZÎ Û DERBKIRIN GIRTIYAN!

Gazal Ustundaş, diya Tûgay Ustundaş, anî ziman ku 4 sal in ku kurê wê di Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê de ye û dema ew di 7'ê Tîrmehê de ji bo hevdîtinê çûne gardiyanan lêgerîna tazî li wan ferz kiriye û heqaret li wan kirine. Ustundaş, diyar kir ku piştî hevdîtinê bi rojekê kurê wê bi riya telefonê geriyaye û wiha axivî: "Diyar kir ku piştî hevdîtinê gardiyanan bi ser qawîşa wan de girtiye û îşkence li wan kirine. Got ku li ser bedena wan şopên îşkenceyê hene û ji ber îşkenceyê canê wan reş bûye. Got, piştî îşkenceyê wan nebirine nexweşxaneyê an jî revîrê. Anî ziman ku niha jiyana wan di xetereyê de ye, mudur gefan li wan dixwe û îşkenceya dawîn jî li ser fermana mudur hatiye kirin. Mudur û gardiyanan îşkence û heqaret li kurê min kirine, ez gilîdarê wan im."

'PIŞTÎ ÎŞKENCEYÊ EW NEBIRIN REVÎR Û NEXWEŞXANEYÊ'

Ustundaş, diyar kir ku Seyfettin Yaşa û bûrayê wî Fethî Yaşa jî di heman girtîgehê de ne û di dema hevdîtinê de îşkence li wan jî hatiye kirin. Ustuntaş, diyar kir ku bir iya telefonê xwe gihandiye wê û wiha domand: "Got piştî îşkenceyê ew nebirine revîr an jî nexweşxaneyê. Niha jiyana wan di xetereyê de ye, mudur gef li wan xwariye û îşkenceya dawîn jî li ser fermana mudur hatiye kirin. Mudur û gardiyan îşkence li kurê min kirin, ez gilîdarê wan im. Her wiha di 7'ê Tîrmehê di dema hevdîtina vekirî de der barê neheqî û heqaretên ku hevjînê min behsa wan kirin de me xwest em bi mudur re li hev rûnên. Piştî ku mudur nexwest hevdîtinê çêbike, heqaret kirin. Mudur û gardiyan îşkence û heqaret li hevjînê min û xezûrê min kirin ez gilîdarê wan im."

LI BER ÇAVÊ DAYIKA XWE HAT DERBKIRIN!

Nevîn Tanriverdî, ku 4 sal û nîve kurê wê di Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê de ye, jî got ku wê bi çavê xwe dîtiye ku di dema hevdîtina vekirî de îşkence li kurê wê hatiye kirin. Tanriverdî, dest nîşan kir ku kurê wê di dema hevdîtinê de ragihandiye ku mudurê girtîgehê 2 sal berê ji Mûşê hatiye û ji roja ku hatiye heta niha bi muameleyeke kirêt nêzî girtiyan dibe. Tanriverdî wiha got: "Gardiyan û cendirme bi muameleyên dermirovahiyî nêzî malbatan dibin. Di dema hevdîtinê de li ber çavê me heta ku gorên kurê min jî ji lingan derxistin û ew tazî kirin. Di hevdîtinê de kurê min got mudur bi mirinê gefan li wan dixwe û ji wan re dibêje 'Ya hûn ê li gor me tevbigerin an jî ez ê we bikujim'."

MUDURÊ GIRTÎGEHÊ JI MALBATAN RE GOT 'HÛN TERORÎST IN!'

Tanriverdî, ragihand ku piştî hevdîtinê gardiyanan û mudurê girtîgehê îşkenceya fizîkî li 9 girtiyan kirine. Tanriverdî got ku gardiyanan dest xistiye qirika girtiyan û paşê 50-60 gardiyan bi hev re îşkence li hemû girtiyan kirine. Tanriverdî, anî ziman ku li ser bedena girtiyan şopên îşkenceyê hene û wiha got: "Li ser van neheqî û heqaretan me xwest em bi mudurê girtîgehê re hevdîtinê çêbikin. Piştî ku mudur got ew naxwaze hevdîtinê çêbike, ji me re got 'hûn terorîst in, ez naxwazim bi terorîstan re rûnêm, bicehimin ji welatê me.' Dema em li dijî vê heqaretê derketin, gazî polîsan kirin. Tew bi ser wan heqaretan de jî ji polîsan re got 'ev terorîst in' û wan bera me dan. Gardiyan û mudurê girtîgehê heqaret û îşkence li hevjîn û xezûrê min kirin, ez gilîdarê wan im."