RIHA - Li Rihayê kesên rûpoş êrîşî mal û kargehên aîdî koçberên sûriyeyî kirin.
Li Taxa Veysel Karanî ya girêdayî navçeya Eyyûbiye ya Rihayê, di meheke dawî de hema bêje her şev kesên nasnameya wan nediyar êrîşî kargehên koçberên sûriyeyî dikin. Koçberan, anî ziman ku ev meheke li vê taxa ku herî zêde ereb û kurd lê dijîn, êrîş li dikan û wesayîtên koçberan tên kirin û her wiha ev hefteyeke jî kesên rûpoş her şev bi keviran êrîşî dikanên wan ên vekirî dikin. Esnafên din ên taxê jî piştrast kirin ku êrîş tên kirin û nizanin ka kî ev êrîşan organîze dike.
Esnafekî sûriyeyî ku kesên rûpoş êrîşî dikana wî kirine û nexwest navê wî bê nivîsandin, anî ziman ku êvarî saet li dor 21.00'an nêzî 15 kesên ser çavên wan girtî bi keviran êrîşî dikanên vekirî yên sûriyeyîyan dikin û ji ber vê rewşê gelek dikanan derabeyên xwe danîne, lê belê camên dikana wî hatine şikandin. Esnafê sûriyeyî, diyar kir ku ew nizanin ka ên êrîş dikin kî ne, lê belê ew di rewşeke xetereyî de ne û wekî din cihek tune ye ku berê xwe bidinê. Esnaf, anî ziman ku êrîş li gelek cîranên wî jî hatine kirin û polîs jî bi derengî mudaxile kirine.
‘POLÎS WAN DIGIRE, LÊ...'
Esnaf Ahmed Xevdoyê sûriyeyî jî, diyar kir ku di dema êrîşê de wesayîta cîranê wî şewitiye û êrîş li gelek dikanan tên kirin. Xevdo, got ku 5 sal in ew li Rihayê ye û wiha axivî: "Tu pirsgirêkeke me bi gel re tune ye. Lê belê hin kes hene dixwazin aloziyê derxînin. Kesên li Sûriyeyê doza şer dikin, li vir jî aloziyê derdixînin. Em ji ber Esad reviyan û hatin vir. Êdî em li taxê jî diqilqilin. Dibe ku ji nişkave tiştek bê serê me. A rast ev tiştên siyasî ne. Gel li hev dikin. Lê belê, dema polîs kesên êrîşan dikin digire, li kuçeya din jî wan berdide."