ENQERE - Endama Platforma Şêwirmendiyê ya Hiqûqî ya Sûrê Prz. Nuray Ozdogan aşkera kir ku Sûr di sala 2012'an de hedef hatiye girtin û qanûna ku rûxandina Sûrê hincet dide nîşan, sedî 80'yê Tirkiyeyê dê hilweşîne û wiha got: "Dibe ku her der bibe wekî Sûrê."
Bi pêvajoya destpêkirina şer ya di 24'ê Hezîrana 2015'an re li navçeya Sûrê ya Amedê jî rûxandinê dest pê kir, 2 sal e hêj qedexeya li herêmê nehatiye rakirin. Sûra ku di heman demê de di Lîsteya Mîrateyên Dîrokî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de ye, ji gef û talana rizgar nebû û gelek taxên wê di bin navê "Veguhestina bajar" de hat rûxandin.
ARMANC HERÊMÊ BÊ MIROV BIHÊLIN
Ji gelek aliyan ve ji bo rûxandina li Sûrê bê rawestandin, civak di nava hewldanan de ye, herî dawî "Platforma Şêwirmendiya Hiqûqî" hat avakirin. Endama platformê Prz. Nuray Ozdogan aşkera kir ku demek dirêj e Sûr di hedefê de ye, ji bo mirov malên xwe terk bikin, rast e rast malên welatiyan hatine gulebarankirin. Ozdogan got ku mirovan gotiye ku "Me ne dixwest em ji malên xwe derkevin" û di vê der barê de ev tişt got: "Ji ber ku bi topên hewanê malên wan hatin hedefgirtin, ew neçar man ji malên xwe derketin. Armanca wan ew e herêmê bê mirov bihêlin."
DEWLET DIXWAZE SÛRÊ HILWEŞÎNE
Ozdogan piştrast kir ku ji bo cihên ku pevçûn lê qewimî ne biryara "qada bi xeter" hatiye derxistin û wiha axivî: "Wateya vê ev e. Ev rêbaz berê li Stenbolê gelek hatiye ceribandin. Ya rast qanûna bi hejmara 6306'an a birin Dadgeha Makeqanûnê (AYM) rastî bertekên tûj hat. Bi vê dixwazin veguhestina bajêr bikin, demografiyê veguherînin, bi xwe spartina vê qanûnê biryarên wezîran digirin, bi taybetî li gorî demê sererastkirinên gelek taybet tên di wê qanûnê de tên kirin. Mafên serlêdana itirazê berê 60 roj bû, niha dxistine 15 rojan û gelek mirov ji vê qanûnê ne hayadar in, lê darazê li Stenbolê destûr neda vê yekê"
SÛR DI SALA 2012’AN DE BÛ HEDEF
Ozdogan piştrast kir ku qada pêkanînê ya vê qanûnê tune û wiha pê de çû: "Cihekî ne di xetereya hezazê de be, hûn nikarin wir wekî qada bi xeter îlan bikin. Ev ji bo bajarên kurdan qet derbasdar nîne. Ji bo Sûrê ev qanûn bi tevhî bê hikum e. Lê ji ber ku ji bo hikumetê gelekê bi kêr tê, wekî qada bi xeter îlan dike. Biryar di sala 2012'an de hatiye girtin. Di sala 2012'an de li navçeya Sûrê tu şer tune. Qadeke ku bê rûxandin jî nîne." Ozdogan destnîşan kir ku bi qanûna hejmara 6306'an re sererastkirina bajarê kurdan hatiye kirin û piştrast kir ku li Silopî û Cizîrê jî heman bêhiqûqî xistine meryetê.
Ozdogan bi bîr xist ku "Ne dûr e, rojek her der dibe ku wekî Sûrê be" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke li tevahiya Tikriyeyê lêkolînek bê kirin, dê sedî 80 ev qanûn bikeve dewrê. Bi vê qanûnê re li Sûr û Silopiyayê çi pêk bê, dê sibê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî ew pêk bê. Bi rihetî dikarin pêk bînin. Heta ji vê re itiraz neyên kirin... Ji ber ku zêde bertek dernakevin pêş, li cihên din jî dest pê kir. Divê hemû hiqûqnas itiraz bikin. Ev ji bo hemû Tirkiyeyê talan e. Dibe ku her der rojekê wekî Sûrê be."
Ozdogan diyar kir ku hatina heyetan a herêmê jî tê astengkirin û bi hincetên wekî "pirsgirêka ewlehiyê" her ku diçin rûxandinê kûr dikin. Ozdemîr nerazîbûn nîşanî UNESCO'yê jî da û aşkera kir ku heke UNESCO biketa dewrê, dê Sûr nehata rûxandin. Ozdogan got ku "Rûxandinê wekî jiyankirinê didin nîşan" û da zanîn ku ew ji bo parastina qadê tê dikoşin. Ozdogan anî ziman ku mudaxaleyê AFAD'ê jî kirine û wiha got: "Di sala 2012'an de biryara 'qada bi xeter' a ji bo Sûrê hatiye dayîn, AFAD'ê itiraz kiriye, raporên der barê rewşê de jî li dadgehê ne. Lê hikumetê mudaxaleyê AFAD'ê jî kir."
ÇARESERÎ VÎNA GELÊ SÛRÊ YE
Ozdogan derbirî ku tu demê hiqûqa li Tirkiyeyê ji derveyê têkoşîna civakî bi rêve neçûye û axatina xwe wiha bi dawî kir: "Li vir çawa desthilatdarî zextan li hiqûqê dike, divê daxwaza gel jî zêde be. Ev sazî û piştgiriyên ji bo Sûrê hatine vakirin, gelekî girîng in. Mînak me li Stenbolê bi hevalên parêzer re gelek caran serlêdan kir. Ji bo serwextî çêbe, me du caran komxebat pêk anî. Mijar di gelê Sûrê de diqede. Heke gelê Sûrê cihê xwe terk neke, dê tiştek nebe."