AMED - Parezerên Baroya Amedê, Xebata Bingeha Daneyan a înfazên 'Kujer Nediyar' yên di navbera salên 1988-2002'an ku bi destê endamên JÎTEM'ê pêk hatibûn ya ji aliyê Serokê Baroya Amedê yê hat kuştin Tahir Elçî ve hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di encama xebatê de hat diyar kirin ku ji hezar û 352 dosyayên faîlên nediyar tenê 2 faîl hatin cezakirin.
Baroya Amedê di pêşengiya Serokê Baroya Amedê yê hat kuştin Tahîr Elçî de 18 meh berê Xebata Bingeha Daneyan a înfazên 'Kujer Nediyar' yên di navbera salên 1988-2002'an ku bi destê endamên JÎTEM'ê pêk hatibûn dabû destpêkirin. Xebatên dosyayên kujer nediyaran piştî lêkolîna 18 mehan bi encam bû. Di encama xebatê de hat diyar kirin ku ji hezar û 352 dosyayên faîlên nediyar tenê 2 faîl hatin cezakirin. Baro bi armanca der barê dosyayan de xwedî agahî be û dozên wan karibe ji nêzîk ve bişopîne, dîsa ji bo karibe alîkariya hiqûqî bide malbatan, di lêkolina 18 mehan de bi encam kir.
TAHÎR ELÇÎ KU PROJEYA KUJER NEDIYAR'AN DA DESTPÊKIRIN HAT KUŞTIN
Asîstanê projeyê Prz. Sîdar Avşar, der barê projeyê de agahî da û diyar kir ku proje bi piştgiriya Yekîtiya Ewropa dan destpêkirin. Avşar, anî ziman ku ji bo darizandinek adîl a pêşerojê, hêzê bidin parêzerên dosyayê û mexdûran der barê dosyayê agahdar bikin ev proje dan destpêkirin. Avşar, destnîşan kir ku ev proje ji aliyê parazvanê mafên mirovan û parêzerê kujer nediyaran Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku tev li kuştina kujer nediyaran bû ve hat amadekirin û wiha got: "Birêz Elçî di pêvajoya destpêkirina projeyê te hat kuştin û tev li kuştina 'kujer nediyar' bû. Ji bo dosyayên kujer nediyaran ronî bike, ji bo kujer bên ronîkirin û darizandin û kesên ji aliyê JÎTEM'ê ve bi zorê hatine windakirin bên dîtin û kujerên wan bên cezakirin ev xebat da destpêkirin. Bi piranî li ser kuştiyên li herêmê lêkolîn hat kirin. Dîsa li ser kuştiyên li Tokat, Enqere, Stenbol û Îzmirê lêkolîn kir û kuştinên wan tev li dosyayê kirin. Me bi vê projeyê xwest hem der barê dosyayê de bibin xwedî agahî û hem jî ji niha û şûnde em karibin dosyayan bişopînin. Em niha doza JİTEM'ê, komkujiya Lîce û komkujiya Pasûrê dişopînin. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ku dem di ser dosyayê re derbas nebe heye. Dozên ku dem di ser wan de derbas bûne em tespît dikin. Em dê wan dosyayan bibin DMME'yê."
Avşar, anî ziman ku dema dest bi projeyê kirin ji ber şerê li herêmê û kuştinên zêde dîza zor û zahmetî kişand û wiha got: "Di vê pêvajoyê de yên xwestin serlêdan bikin jî ji ber şert û mercan nekarîbûn serî li me bidin. Kuştina Serokê Baroyê Tahîr Elçî bandorek neyînî liser xebatên me kir. Berê ÎHD, Navenda Hafizayê û MEYA-DER, YAKAY-DER'ê xebat meşandibûn. Niha projeya me xelas bû. Di lêkolînê de ji odnfu â 352 dosyayên kujer nediyar tenê du kujer hatin darizandin û cezakirin. Ew jî serbest in.
Gelek dosya ji ber ku ji aliyê dozger ve baş delîl nehatine kom kirin niha dosya ji nava lêpirsînê derxistine. Pişti malbatan serî li DMME da leşker û polîs ji 3 meha carekê dicin cihê bûyerê û diyar dikin ku tu delîl nehatine bi destxistin û dîsa dixwazin dosyayan bigirin. Dosyayên ku dem di ser wan re derbas bûn me îtîraz kir. Lê tuencam ji îtîrazê derneket."
‘BERSÛÇ TÊN PARASTIN’
Avşar diyar kir ku di serdema faliyetên JÎTEM’ê berê de, derfetên teknolojiyê ne li pêş bûn û ji ber vê yekê dozên ku dihatin dîtin, wek îro ne li ser pergala UYAP’ê, li ser defteran dihatin qeyd kirin. Avşar da zanî ku deftereke hemû cînayetên kiryar ne diyar ên wê demê li gel dozgeran heye û wiha got: “Me der barê vê defterê de lêkolîn dest pê kir. Di serî de me karî em hinekê lêkolîn bikin, lê piştre weke ku min gotî dozger destûr neda me. Êdî me nekarî em xwe bigihînin defterê. Bi derfetên xwe me karî em van agahiyan bi dest bixwin. Dosyayên ku ketin destên me de jî, me dît ku li ser wan tu lêkolîn nehatiye kirin. Li gel daxuyaniyên malbatên maxdûr û kesên ku şahidî ji bûyerê re kiriye jî, dozger bi baldarî nêz nebûye. Bersûç tê girtin, lê ji ber ku bersûç leşkere, dozger gotiye ‘Ev ne peywira min e’ doz şandiye dadgeha leşkerî. Dadgeha leşkerî û dozger jî, lêpirsîn û dadgehe girîng pêk ne anîne. Bi awayekê aşkere bersûç hatine parastin. Di doza Lîcê de jî niha faîl tên parastin. Di dadgehan de ‘Kêm delîl’ tê gotin. Em jî dibêjin ‘Werin em delîlan kom bikin.’ Lê dadgeh komkirina delîlan qebûl nake. Ev daxwazên me di tu dadgehan de nehatin qebûl kirin.”
‘TENÊ DU KESAN HATIN CEZA KIRIN’
Avşar dest nîşan kir ku di encama xebata wan de xwe gihandin 1352 “kıryarên faîlên wan ne diyar” û wiha pê de çû: “Di dosyayên windayan de tenê 2 kes hatine ceza kirin. Yek ji van çawîşê pisporê û yê din jî cerdevane. Her du jî niha serbest digerin. Du bersûç heya demekê girtî man û piştre hatin berdan. Cerdevan û leşker Mehmet Şerîf Avşar di 10’ê Nîsana 1994’an de li Amedê, li wesayîtekê sîwar dikin û dibin. Pişte cenazeyê Avşar li kêleka rê tê dîtin. Bi salan doza ku hat vekirin domiya. Bersûç bêyî ku we re girtin, hat dadgeh kirin. Ji bo bersûç çawişê pispor Gultekîn Sutçu 30 cezayê girtîgehê hat dayîn. Ev kes niha li derveyî welat dijî. Gelek kes weke Cemal Temîzoz û Murat Yanik ên di doza JÎTEM’ê de dihatin dadgeh kirin, hatin beraat kirin.
‘HÊJMAR ZÊDETIRE’
Avşar bal kişand ser tespîta li Tirkiyeyê “17 hezar bersûçên kiryar ne diyar hene” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di encama xebatên me de, ev dane weke ku hatiye diyar kirin, evqas ne zêde ye. Ji ber ku di wê serdemê de derbarê yek kesî de, ji carekê zêdetir serîlêdan çêbûye. Dosyayên kiryar ne dayar ên ku tenê me karî em bi dest bixwin 352 hezar in. Lê em difikirin ku hêjmara rast a 1352’yan ku me xwe gihandiyê, 4-5 kat zêdetir.”
Denîz Tekîn / Cîhan Başakçioglu – dihaber