SILÊMANÎ - Komxebata Yekîtiya Netewî ya Kurd ku di 15'ê Tîrmehê de destpêkiribû bi pêşkêşkirina axaftin û peyamên kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen, oldar û rêxistinên medenî û siyasî yên Kurd dirome. Li bendêye îro encamnameya komxebatê bi raya giştî re bê parvekirin.
Komxebata Yekîtiya Netewî ya Kurd ku di 15'ê Tîrmehê de destpêkiribû bi axaftinan didome. Îro li ser pêşniyaran guftûgo tên kirin. Dê li ser xalên hevpar yên pêkhateya komxebatê li ser li hev kirine were nîqaşkirin û di encama wê de jî encamnameyeke komxebatê ji raya giştî û çapemeniyê re were eşkerekirin. Duh axaftina vekirinê ji aliyê piraniya partiyên siyasî, rêxistinên siyasî û medenî axaftinên xwe û peyamên xwe pêşkêş kirin. Îro jî wê bi xwendina encamnameyê dawî li komxebatê were.