Di pîrozbahiya 15'ê Tîrmehê de alên HDP’ê daxistin

EDENE –Li Edenê piştî pîrozbahiya 15’ê Tîrmehê, alên avahiya HDP’a Edenê daxistin.

Li Edenê piştî pîrozbahiya 15’ê Tîrmehê, ala HDP’ê ya bi avahiya HDP'ê ya Edenê ve daliqandî hat daxistin. Kesên nasnameya wan nediyar, ala avahiya HDP'ê ya li kolana Cemal Gursel daxistin. Li gel ku polîs 24 saetan li ber avahiyê nobetê digirin jî, dîsa alên avahiyê hat daxistin.