Di pevçûnê de polîsek hat kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçey Tuzlayê ya Stenbolê di navbera polîs û kesekî de pevçûn derke, di pevçûnê de polîsek hat kuştin.

Li taxa Îçmelerê ya neçveya Tuzlayê ya Stenbolê di saet 04.00'an de di navbera polîs û keskî de pevçûn derket. Li gorî îdiayan li ser îxbareke diziyê polîs çûn taxê û di wê demê de kesek bi guman ji herêmê revî. Polîsên ku li pey ketin û xwestin wî bigirin, pevçûn derket û di êrîşê de polîsê bi navê Battal Y. hat kuştin.

Li gorî agahiyan piştî pevçûnê, polîsên hêzên taybet sewqî herêmê hatin kirin, hat gotin ku kesê reviye hatiye girtin û birine Buroya Asayîşê ya Miduryeta Polîsan a Tuzlayê.