AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, da zanîn ku AKP demek dirêj e li Tirkiyeyê polîtîkaya kaos û şerî xistiye dewrê û wiha axivî: "Em ê di siyaseta demokratîk de bi israr bin. Bila kes li bendê nemîne ku kurd paşve gavan bavêjin û em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin."
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştî li Enqereyê 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî, Meclisa Partiyê (MP) li Amedê kom bû. Beriya civîna MP'ê, li avahiya DBP'ê ya Amedê daxuyaniya çepemniyê hat dayîn. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehemt Arslan da zanîn ku ji ber ku Hevseroka Giştî Sebahat Tuncel girtî ye, civîn bi hevserokekê dest pê kiriye.
Arslan bal kişand ser polîtîkaya AKP'ê ya demên dawî û aşkera kir ku vê polîtîkayê rê li ber şer û kaosê vekiriye, ev wekî berdewama polîtîkaya antî demokratîk a dijî kurdan pênase kir. Arslan diyar kir ku li dijî van polîtîkayên faşîzan ên AKP'ê, dê li her qadê siyaseta demokratîk bimeşînin.
BI HEVKARÎ ÊRÎŞÊ KURDAN KIRIN
Arslan li ser salvegera derbeya 15'ê Tîrmehê jî rawestiya û da zanîn ku derbeya 15'ê Tîrmehê ji ber pirsgirêkên AKP'ê û Cemaeta Fethullah Gulan û polîtîkaya li dijî kurdan ku bi tu awayî bi hev nekirin, qewimî ye û wiha pê de çû: "Bi çi awayî pêk hatine jî beyî AKP'ê ev pêk nehatiye. Piştî hilbijartinên sala 2002'yan heta 15'ê Tîrmehê, AKP'ê welat bi rêve bir. Komên wekî 'teror' pênase dikin wan bi rêve bir. Bi taybetî bi hevkariya AKP û Cemaetê, li dijî siyaseta kurd êrîşên mezin pêk hatin."
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ EFRÎNÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN
Arslan destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê nayên qebûlkirin, ew bi fikarî li êrîşan temaşe dikin. Arslan piştrast kir ku AKP'ê demek dirêj bi DAIŞ'ê re hevkariyek qirêj meşand û êrîşên li dijî Kobanê pêk hatin û wiha pê de çû: "Em wekî gel û partî, êrîşên li dijî Efrînê qebûl nakin." Arslan got ku "Bila kes li bendê nebe ku kurd dest ji destkeftiyên xwe berdin" û wiha axivî: "Em dê tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernedin û paşve gav nevêjin. Divê êdî kurd li Rojilata Navîn di nav gelan de cihên xwe bigirin."
Piştî daxuyaniyê civîna MP'ê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.