ŞIRNEX – Deriyê Sînor ê Xabûr ji ber pergala kontrolkirina pasaportan têk çû. Bi sedan wesayîtên ku dixwestin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, ji duh êvarî de li bendê ne ku derbas bibin.
Deriyê Sînor ê Xabûr yê li navçeya Silopiya Şirnaxê ji ber pergala kontrolkirina pasaportan têk çû ji duh êvarî ve naxwebit e. Ji ber vê yeke hatin û çûnên di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de rawestiyan. Bi sedan wesayîtên ku nikarin derbas bibin li ser rêya Hevrîşîmê radiwestin. Welatiyên ku bi saetane li ser rê sekinin diyar kirin ku ev pirsgirêk tim didome. Ajotvan dibin kelekela germê de radiwestin jî anîn ziman ku ji ber pergalê wan nekarî di demê xwe barê xwe bigihînin binecihê. Welatiyên li ber germê di derî de sekinîne dixwazin demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin.
Rayedaran îda kirin ku dê di saetên pêş de pirsgirêkê çareser bikin.