ENQERE – Çalakiya Kolana Yuksel di roja 250'yan de domiya. Polîsan mudaxaleyî çalakiya “Ez dixwazim li karê xwe vegerim” kir û 5 kedkarên cemaweri yên ji kar hatîn avêtin biçav kirin.
Çalakiya kedkarên ji kar hatin avêtin, ji bo li karê xwe vegerin û piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên di Girtîgeha Sîncana Enqerê, 130 rojin di greva birçîbûnê dene, li kolana Yukselê di roja 250'yan de çalakiya xwe berdewam kirin. Çalakvanan, ji bo dîsan li karê xwe vegerin û pişgiriyê bidin Gulmen û Ozakça, xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan cardin mudaxeleyê çalakvanan kirin. Polîsan pankarta "130’ê rojin di greva birçûbûnê de ne. Bila Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li karê xwe vegerin” qetandin û 5 çalakger binçav kirin. Alev Şahîn, Ziya Tezcan, Serhat Aydin, Cemal Toksoy û Levent Oncel ên hatin biçavkirin, birin midûriyeta polîsan.