MÊRDÎN – Li çoltara gundê Marînayê ya ku ji 10’ê Tîrmehê ve qedexeya derketina derve lê hatiye îlankirin, şewat derket. Hat gotin ku hêzên dewletê mudaxaleyê şewatê nakin û nahêlin welatî jî agir vemirînin.
Ji 10'ê Tîrehê ve li 13 gundên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketin derve hatiye îlankirin û bi rojan e li herêmê tevgera leşkerî berdewam dike. Li gorî agahiya ku di malpera fermî ya walîtiyê de hat belavkirin, li gundên wekî Arboy, Xirabê Elî, Şolbekir, Sêdiryê, Xerabêmişka, Marîn, Badibê, Îhvo, Bahminin, Efşê, Geliyê Sora, Merbab, Qutib û Êlîmê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û heta fermaneke duyemîn, divê tu kes li herêmê negere.
Li gor agahiyên ji herêmê hatine girtin, li çoltara gundê Marînayê di saetên piştî nîvro de şewat derketiye. Gundiyan li herêmê ji bo şewat bê vemirandin serî li qereqola gund dan. Li gor agahiyan qereqolê ji bo vemirandinê tu bersiv nedaye gundiyan û şewata li herêmê berdewam dike.
Hat diyarkirin ku welatiyên ku xwestine bi derfetên xwe agir vemirînin, hêzên dewletê ji wan re astengî derxistine û nehiştine şewatê vemirînin. Hat gotin ku şewata li herêmê berdewam dike.