Encamnameya Şêwra Yekitiya Neteweyî: Tişta xeter parçebûna siyasetê ye

NAVENDA NÛÇEYAN - Di Şêwra Yekitiya Neteweyî ya li Silêmaniyê de biryar hat girtin ku heta Kongra Neteweyî ya Kurd pêk were, xebat berdewam bikin.

Şêwra Yekitiya Neteweyî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ku 2 rojan dom kir bi encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de ev tişt hat gotin: “Hemû beşdarên şêwrê diyar kirin ku divê xebat bi Şêwra Yekitiya Neteweyî sînordar nemîne, heta ku Kongreya Neteweyî pêk were bê navber xebatê bimeşînin.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ku ev nêzî du mehan bû ji bo sazkirina yekitiya neteweyî û amadekarî ji bo lidarxistina yekitiya neteweyî serdana partî, hêz, rewşenbîr, rûspiyên kurd dikir û di encamê de Şêwira Neteweyî hat lidarxistin, di encama axaftin û peyamên 2 rojan ya Şêwira Neteweyî de, encamnameya Şêwirê diyar bû.

Encamname ji 10 xalên girîng pêk tê û tê de tê gotin ku wê şêwra yekitiya neteweyî ya 2'yemîn jî bê çêkirin û piştî wê jî xebatên lidarxistina Kongreya Netewey ya Kurd bê destpêkirin. Di encamnameyê de tê gotin ku ev şêwra yekemîn gava yekemîn e û wê paşê ev xebat berdewam bikin û şêwra 2'yemîn ya neteweyî jî bê lidarxistin. Di heman encamnameyê de hat gotin ku wê ev xebatên ji bo yekitiya neteweyî bi înstiyatîfa KNK’ê berdewam bike.

Di encamnameyê de bang li aliyên ku beşdarê şêwrê nebûne û nekarîne beşdar bibin jî hat kirin û hat gotin ku heya dawiyê derî ji van aliyan re vekiriye ku werin beşdarî van xebatan bibin û bi awayeke çalak tê de cih bigirin. Her wiha di beşa destpêkê ya encamnameyê de jî îşaret bi peymana Sykes Pîcot û Lozanê tê kirin û wiha tê gotin: “Welatê me Kurdistan di encama peymanên Sykes-Pîcot û Lozanê de bû çar parçe. Gelê kurd ji ber vê parçebûnê heta îro li her parçeyan bê navber têkoşîna azadiyê dimeşîne. Di encama vê têkoşînê de li her parçayan destkeftiyên mezin hatine bidestxistin.”

‘DERFETÊN MEZIN YÊN AZADIYÊ HENE’

Di encamnameyê de tê gotin ku di vî şerê cîhanî yê 3'yemîn de ku îro li Rojhilata Navîn rû dide, hem derfetên bidestxistina destkeftiyan dide gelê kurd, hem jî metirsiyên cidî ji bo gelê kurd di nava xwe de dihewîne û ev tişt hat gotin: “Pergala metîngerî ya ku gelê kurd înkar û asîmile dike, dema xwe ya herî lewaz dijî. Piraniya hêzên navnetewî jî êdî dixwazin ev pergala statukoparêz ku ji fêde zêdetir zirare dide wan, biguherîne. Ev rewşa ku rû dide di heman demê de ji bo gelê kurd derfetên azadiyê yên gelekî mezin jî diafirîne.”

Tevî ku hêzên desthilatdar, dagirker, ewqas lewaz in û nakokiyan wan bi hev re hene jî naxwazin gelê kurd bibe xwedî statu û ji bo ev pêk neyê jî dijberiyeke mezin dikin. Ji ber vê yekê di navbera xwe de li dijî Kurdan tifaqan saz dikin û ji bo piştgirî nedin kurdan tawîzên mezin didin hêzên navnetewî. Ev jî ji bo gelê kurd xetereyên mezin bi xwe re tîne. Tifaqên dagirkeran yên li dijî kurdan dikin û polîtîkayên hêzên hegemon yên ne zelal, ji bo kurdan metirsiyekî saz dike.”

‘HEKE KURD BIBIN YEK WÊ STATÛYA ÇAR PARÇEYAN BI DEST BIXIN’

Di encamnameyê de hat gotin ku xetereya herî mezin ya li ser gelê kurd, parçebûna di navbera kurdan de ye û wiha hate gotin: “Eger kurd vê parçebûnê bidin aliyekî û yekitiya neteweyî saz bikin, wê di demeke kin de gef û metirsiyên ser xwe ji holê rakin û her wiha dê bikaribin li çar parçeyên Kurdistanê statûya ku dixwazin bi dest bixin û xwe bigihînin azadiyê.”

‘WÊ XEBATÊN SAZKIRINA YEKÎTIYA NETEWEYÎ BERDEWAM BIKIN’

Di encamnameyê de hat gotin ku wê xebatên ji bo sazkirina yekitiya neteweyî berdewam bikin û ev tişt hat gotin: “Di serî de KNK, hemû hêzên kurd vê rewşê dibînin û ji bo pêşî li metirsiyên heyî bigirin, bi armanca sazkirina Yekitiya Neteweyî dê xebatan bimeşînin. Herî dawî nîqaşên Yekitiya Neteweyî ku di sala 2013'an de dest pê kir, her çiqas bi xwe re astake girîng derxistibe holê jî di serî de rêbazên ku hatine meşandin, xwedî gelek kêmasiyan bû û ji ber vê sedemê encamê ku dihat xwestin derneket holê. KNK û hemû hêzên neteweyî ji vê rewşê tecrûbeyên pêwîst derxistine.

‘EM Ê BI GAVÊN BI EWLE Û NAZIK BER BI YEKITIYA NETEWEYÎ VE BIÇIN’

Ji bo careke din ev kêmasî rû nedin, dixwazin vê carê bi gavên ewle û nazik ber bi yekitiya neteweyî ve biçin. Şêwira Yekitiya Neteweyî ya Kurdistan ku me herî dawî li dar xist, gava sereke ya vê hewldanê ye. Hem partiyên siyasî yên li çar parçayên Kurdistanê, hem rewşenbîr, nivîskar û oldarên Kurdistanê û bi taybet jî jinên kurd bi eleqe û tevlêbûneke xurt bersiv dan vê hewldana me ya dawî. Em ji bo vê nêzîkatiya erênî ku hatiye nîşandan gelekî kêfxweş in û bi hevî ne. Ji bilî çend partiyên siyasî, hemû partiyên din yên siyasî bersiv dan bengawaziya me, tev li şewra KNK bûn û bi awayekî aşkera ji raya giştî re diyar kirin ku ji bo yekitiya neteweyî were sazkirin, ew amade ne ku berpirsyariyên dikevin ser milên wan pêk bînin. Ji ber vê nêzîkatiya erênî ku piştgiriyê dide û pêşî vedike em spasiyê li hemû partiyên siyasî û kesayetên ku beşdarî vê şewrê bûne dikin.”

Xalên encamnameyê;

Li ser vê esasê em encamên ku ji şêwira me gihiştiyê bi kêfxweşî bi raya giştî re par ve dikin;

1- Hemû partiyên siyasî, nûnerên saziyan û kesayetên hêja ku tev li şêwra KNK’ê bûne, ji bo pêwistî û zerûriyeta yekitiya neteweyî nêrînên xwe anîne ziman û destnîşan kirin ku di vê mijarê de ew ê hemû berpirsyariyên ku dikeve ser milê wan bi cîh bînin.

2- Hemû beşdarên şêwra KNK’ê, diyar kirine ku divê xebatên yekitiya neteweyî bi vê şêwrê re sînordar nemîne û heta Kongreya Netewî bê lidarxistin, bê navber dewam bike û di vî warî de biryardariya xwe nîşan dane.

3- Ji bo em ji rêbaz û kêmasiyên ku di xebatên berê de qewimîn û niha hatine meşandin, divê tecrûbe ji wan bê girtin û ev rewş dubare nebe, di wê nêrînê de ne ku weke rêbaz, ev xebat divê bi gavên ewle, bi nîqaş û biryardariyan dewam bike.

4- P iştî ev şewra ku hat lidarxistin, ji bo pîvan, rêbaz û xalên bingehîn yên yekitiya neteweyî were nîqaşkirin û bigihêje encamê, biryar hatiye girtin ku ev derbasî qonaxa duyemîn bibe.

5- Pîvan û rêbazên yekitiya neteweyî mifteya pêkhatina yekitiya neteweyî ye. Ji ber vê yekê divê ev mijar hem ji aliyê partiyên siyasî, hem jî ji aliyê rewşenbîr, nivîskar, akademisyen, hunermend, oldar, pêşengên civakê û jinên kurd ve bi awayekî lezgîn û berfirehî were nîqaşkirin. Ji bo vê şêwra me biryar daye ku li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, li Rojava û Ewropayê xebateke dewlemend ya bi vî rengî were meşandin. Weke gava 2'yemîn, hedefa me ew e ku ev encamên ku di warê pîvan û xalên esasî de li van parçeyan derketiye holê, di şêwreke 2'yemîn de ku bi beşdariya hemû parçeyên Kurdistanê û Ewropayê were lidarxistin û temam kirin.

6- Weke pîvan, çawa ku di gava yekemîn de derket holê, di gava 2'yemîn de jî şêwra me hewl bide ku hemû aliyan beşdarî xebatên yekitiya neteweyî bike. Ji ber vê yekê biryar daye ku ji bo aliyên ku di gava yekemîn de tev li nebûn an jî nikarîbûn tev li bibin, di vê xebatê de cîh bigirin.

7- Biryar hatiye dayîn ku KNK ji bo gava 2'yemîn a komxebatê pêşengtiyê bike û vê gavê jî organîze bike, wê baştir be. Hatiye qebûlkirin ku dema KNK ji her çar parçeyan xebatên xwe bike, ji derdorên berfireh jî tevkarî û piştgiriyê werbigire.

8- Piştî ku di warê rêgez û metodê de fikreke hevpar derkeve holê, wê dema gava 3'yemîn were avêtin. Beriya vê qonaxê, wê armanc ev be ku ji bo komkirina Kongreya Neteweyî komîteyek were avakirin. Bêyî şik û guman wê ev komîte ji nûnerên hemû partiyên siyasî û ji hin kesayetên serbixwe pêk werin.

9- Pêkhateyên ku beşdarî komxebatê bûne girtiyên siyasî silav dikin û piştgiriya têkoşîna wan dike. Di heman demê de em piştgiriya têkoşîna azadiyê ya jinên kurd jî dikin. Di heman demê de hemû aliyên ku beşdarî komxebatê bûne, divê metoda diyalog û nîqaşê ji xwe re esas bigirin. Li her derê divê bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên dijmêtingeriyê yên Kurdistaniyan bibin."

10- Di dema xebatên Yekîtiya Neteweyî de divê sûd ji fikr û nêrînên komîteya yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd ava kirine, werine wergirtin û ji niha û şûnde divê mirov bi awayekî çalak beşdarî xebatên yekîtiya neteweyî bibin.