MÊRSÎN - Jinên endamê Komeleya Jinên Afrîner a ANKA'yê, di 1'emîn Mîhrîcana Jinên ku Çîrokên Wan Hene de bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Jinên têkoşer, bi hunera xwe beyî ku rawestin kêfxweşiya afrîneriyên xwe dijîn. Jin bi taybetî li ser jiyana wan jinên di malê de hatine hepiskirin û mehkûmê televîzyonê hatine kirin radiwestin, hêstên xwe hêj zêdetir bi afrîneriyê mezin dikin.
Komeleya Jinên Afrîner a ANKA'yê bi têkoşîneke hevpar a jinan hat avakirin, jin li vê komeleyê xeyalên xwe pêk tînin û di warê aboriyê de azadiya xwe bi porjeyan mayînde dikin. Jin tev li 1'emîn Mîhrîcana Jinên ku Çîrokên Wan Hene bûn û berhemên xwe pêşkêş kirin. Jinan aşkera kir ku divê berî her tiştî ew azadiya xwe bi dest bixin û xwe kifş bikin. Yek jî endama komeleyê Elîf Etîler a 43 salî, 13 sal e li ser ahşaban wêneyan xêz dike. Etîler da zanîn ku ji zarokatiyê de ji vî karî hez dike, her çendî zehmetî kişandibe jî di dema lîseyê de pîşeyeke din hilbijartiye, di nava demê de hezkirina xwe ya bi hunerê re kêm nekiriye.
Etîler got ku "Ez bi salan bi hesreta karê xwe mam" û wiha pê de çû: "Ez di 35 saliya xwe de çûm Navenda Perwerdeya Gel û min 6 salan li wir perwerde dît. Herî dawî min di qada hunerên destan de bawernameya 'hostaya şagirtaên' wergirt. Ez niha vê ji bo aboriya xwe dikim."
HÊZA XWE YA XEYALÎ BI KAR TÎNIN
Etîler destnîşan kir ku ji bo ew di warê aborî de tengasiyan nekişînin, ew hêza xwe ya xeyalî bi kar tînin û wiha axivî: "Ji bo em hin rêbazên di hin berheman de hîn bibin, pere didin, hin ji wan jî ez bi mehan li ser înternetê temaşe dikim û hîn dibim. Hin rêbaz divê bi salan mirov li ser wan hîn bibe. Ahşab ji bo gelek xêzan ruh e." Etîler diyar kir ku divê li her qadê jin hebin û wiha dirêjî da axftina xwe: "Her karê ku mêr dikin, ez di wê baweriyê de me ku jin jî dikarin bikin. Mînak dibêjin ku 'jinên ajokar nabin', 'Jinên temîrkar nabin', lê li her derê jinên temîrkar hene. Dibe neçarî dixebitin, lê vî karî dikin. Jin dest jê bernadin."
Jina bi navê Zahîde Eyupoglu jî di bin banê komeleyê de dixebite, aşkera kir ku hem aboriya xwe saz dike û hem jî piştgiriyê bide xwezayê, kargeriya camê dike. Eyupoglu piştrast kir ku her jina ku hay ji xwe hebe, di heman demê de hay ji xwezayê û ekolojiyê jî heye û ev tişt anî ziman: "Divê herî zêde çîrokên jinên di malê de mehkûmê televîzyonê hatine kirin, bên vegotin. Em jin ji bo xwe ji televîzyonên malê rizgar bikin, me komele ava kir. Em vîdeoyan dikirin û diweşînin. Bi vê rêyê hem jin dibin xwedî pîşe, hem jî afrîner dibin."
Eyupoglu derbirî ku jin dikarin bi tena serê xwe li ser piyan bimînin û wiha pê de çû: "Ji ber ku cam zerarê dide xwezayê, em wan berhev dikin û ji nû ve bi kar tînin. Jinên ku me nû perwerde dida wan, newêribûn camê jêkin, niha wekî tevşo camê dibirin û berhemên pir xweş derdixin holê."