MÊRDÎN - Edîtora JINHA'ya ku bi biryara KHK'ê hat girtin, Zehra Dogan, di yekemîn rûniştina doza ku ji ber dihat darizandin di warê "Endama rêxistinê" de beraat kir, lê ji ya "Propagandaya rêxistinê" bêyî bê girtin wê bê darizandin.
Rojnameger Zehra Dogan a di 23'yê tîrmehê de li Mêrdînê hatibû binçavkirin û li ser beyanên şahidên nepen bi îdiayên "Endama rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" hat girtin, di yekemîn rûniştina doza xwe yî li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînî hat tehliyekirin. Parêzer û hempîşeyên Doganê, beşdarî dozê bûn.
PARÊZERAN DOZA BERAATÊ KIR
Di dozê de parêzerên Doganê diyar kirin ku, tawanbariyên mukewîla wan rastî wê hatine faaliyetên rojnamgeriyê ne û daxwaza beraata wê kirin.
Piştî parêzeran Dogan jî axivî û dest nîşan kir ku, tiştên ew bi wan tê tawanbarkirin faaliyetên rojnamegeriyê ne û got, ji ber faaliyetên xwe yî rojnamegeriyê ew 4 meh û nîv e bi awayekî derhuqûqî tê ragirtin.
Piştî parêzer û Doganê, dadgehê bêyî navberê bide, biryar da. Dadgehê di warê "Endamtiya rêxistinê" de beraata Doganê da, lê di warê "Propagandaya rêxistinê de" biryara bêyî girtin wê bê darizandin da. Rûniştina din a dozê, wê di 23'yê sibata 2017'an de bê dîtin.
Ji edîtorên JINHA'yê Dogan, 4 meh û nîv û li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dihat ragirtin.